Li paytexta Lîbyayê ambareke cebilxaneyê teqiya

Rojnemaya El-Mersd a Lîbyayê ragihand ku îro li paytexta Lîbyayê embareke cebilxaneyê hat teqandin û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li paytexta Lîbyayê ambareke cebilxaneyê teqiya
5 cotmeh, 2020   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnemayê diyar kir ku teqîn li herêmeke Sidi Abdel Celîl a girêdayî şaredariya Janzour di ambara cebilxanê ya girêdayî komên çekdar a nêzî navenda şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) de pêk hat.

Di heman demê de çavkaniyekî leşkerî ji toreya El-Hurra re destnîşan kir ku dibe sedema teqînê ji ber bilindbûna pileya germahiyê be.

Berdevkê fermî yê saziya beşa lezgîn Osema Alî piştrast kir ku tu zirarên canî di encama teqînê de çênebûne.