Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Sitêf hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Enes Sitêf li goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê.

Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Sitêf hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Sitêf hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Sitêf hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Erka Xweparastinê Sitêf hate veşartin
4 cotmeh, 2020   16:19
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê û navçeyên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Enes Sitêf ê ku 2'yê Cotmehê li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Saroxan veşart.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Emar Mûsa axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, xwîna pêkhateyên Kurd, Ereb û Sûriyan di ber vê xakê re tev li hev bû û biratiya gelan, jiyana hevbeş sepandin û felsefeya neteweya demokratîk pêk anîn.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Hevalên çekê yên şehîd cenazeyê hevalê xwe di nav tîlîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spart axê.

ANHA