SOHR: Di şerê li Qerebaxê de 72 çeteyên Sûrî hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, hejmara çeteyên Sûrî yên di şerê li Qerebaxê de hate kuştin derket 72'yan û ragihand ku Tirkiyê amadekariyên şandina beşek din a çeteyan ber bi Azarbaycanê ve dike.

SOHR: Di şerê li Qerebaxê de 72 çeteyên Sûrî hatin kuştin
4 cotmeh, 2020   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hejmara çeteyên Sûrî yên ku di şerê Azerbaycan û Ermenistanê de hate kuştin gihişte 72'yan.

SOHR, got ku Tirkiyê dê beşek din a  çeteyên Sûrî bişîne Azerbaycanê da ku li dijî hêzên Ermenistanê şer bikin û destnîşan kir ku dibe ku di çend saet an rojên nêzîk de bi sedan çete bighêjin Azerbaycanê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihandinbû ku şirketên ewlehî û yên Tirkiyê û MÎT'ê perwerdekirin û veguhestina hejmara mezin a çeteyên Sûriyê ji bo şerê li kêleka Azerbaycanê didomîne û ragihand ku derdora hezar û 200 çete gihiştine Azerbaycanê.