Meşa dirêj a jinan gihîşt gundê Til Şeîr

Meşa dirêj a jinan a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan di roja xwe ya duyemîn de gihişt gundê Til Şeîr ê kantona Şehbayê.

Meşa dirêj a jinan gihîşt gundê Til Şeîr
4 cotmeh, 2020   12:40
ŞEHBA

Meşa şaxê Kongreya Star a herêma Efrînê di ҫarҫoveya pêngava "Êdî bes e dagirkerî, dem dema parastina destkeftiyên şoreşê ye" berdewam e.

Meş di roja xwe ya duyem de ji ҫerxerêya navҫeya Ehdas li kantona Şehba dest pê kir û gihaşt gund Til Şeîr. Jinan dirûşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan berz kirin.

Bi dehan şêniyên gund Til Şeîrê meşvanên jin pêşwaz kirin.

Meş wê li gundê Til Şeîr raweste û sibê wê ji gund ber bi navçeya Fafînê ve dewam bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7ENCYV-3OcY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>