Rûspiyên eşîr û êlan serdana dibistanan kir

Rûspî û êlên navçeya Til Berakê serdana dibistanan kir û diyar kir ku divê dan û standina malbatên xwendekaran bi mamosteyan re hebe, ji ber ew nifş avakerên pêşerojê ne.

Rûspiyên eşîr û êlan serdana dibistanan kir
4 cotmeh, 2020   12:37
QAMIŞLO  

Îro Komîteya Rûspiyên Eşîran a Til Berakê ya girêdayî kantona Qamişloyê li dibistanên navçeya Til Berakê geriyan û rewşa amadekariya ji sala xwendinê re û rewşa mamosteyan şopandin.

Komîte ji rûspiyên eşîran û êlên li Til Berakê pêk dihat û mamosteyan pêşwaziya wan kir.

Cîgirê serekê êla Cibûra Ehmed El-Hiweydir axivî û got wan ji bo asta amadekariyên dibistanan nas bikin, ev ger pêk anî û got: "Ji bo sala xwendinê dibistan amade ne û em spasiya mamosteyên ku niha karên xwe bi pergal bi rê ve dibin, dikin."

Ehmed El-Hiwêdir destnîşan kir ku divê malbatên xwendekaran bi mamosteyan re alîkar bin, ji ber nifş û avakerên pêşerojê ne.

Komîteyê spasiya tevahiya mamosteyên li dibistanên herêmê, gerînendetiyê û meclisa navçeyê kir ku ji bo serkeftina proseya xwendinê kar û xebat kirine.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qSuVMFjk1O4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>