Qehwexaneya Necme tevahiya pêkhateyên civakê tîne cem hev

Bêhna qehweyê ya ku ji Qehwexaneya Necme a li navenda sûka bajarê Qamişlo derdikeve, rojên berê tîna bîra rêwiyên ku di ber re derbas dibin. Li qehwexaneyê dengê tevahiya pêkhateyên civakê yên Kurd, Ereb û xiristiyan têkilî hev dibe.

Qehwexaneya Necme tevahiya pêkhateyên civakê tîne cem hev
Qehwexaneya Necme tevahiya pêkhateyên civakê tîne cem hev
Qehwexaneya Necme tevahiya pêkhateyên civakê tîne cem hev
Qehwexaneya Necme tevahiya pêkhateyên civakê tîne cem hev
Qehwexaneya Necme tevahiya pêkhateyên civakê tîne cem hev
4 cotmeh, 2020   08:22
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Li navenda Qamişlo di nava qerebalixa rêwiyan de dengê axaftinên cuda bi zimanên erebî, kurdî, suryanî û ermenkî tê bihîstin.

Ev deng ji Qehwexaneya Necme tê. Qehwexane veguheriye cihekî şaristaniyê ku tevahiya çînên civakê û pêkhateyên wê kom dike.

Morîs Silêman Salîba xwediyê qehwexaneyê ye, çîroka qehwexaneya ku ji bavê xwe wek mîras girtiye, vegot. Bavê wî ji Tirkiyê piştî komkujiyên Osmaniyan ên li dijî Ermenan ber bi Sûriyê ve koçber dibe û li bajarê Qamişloyê bi cih dibe. Piştre vê qehwexaneyê ava dike.

Salîba dibêje gelek şênî ji pêkhateyên cuda yên herêmê, rewşenbîr, pîşevan, xizan û zengîn serdana qehwexaneyê dikin. Ji ber ku li navenda bajêr e û buha erzan in.

LI QEHWEXANEYA NECME ŞÊNÎ XEMA XWE DIREVÎNIN

Salîba destnîşan kir ku tişta ku vê qehwexaneyê ji yên din cuda dike ew ku tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûr û êzidî li heman maseyê rû didin û diaxivin.

Hesen Elî Keîd ji pêkhateya Ereb e. Piraniya dema xwe li qehwexaneyê piştî ku karê xwe bi dawî dike, diqedîne. Keîd dibêje ji derdora 40 salî ve tê qehwexaneyê. Ji ber ku dema serdana qehwexaneyê dike, bêhna xwe vedide.

Keîd diyar dike ku ruxmî ku gelek qehwexane li bajêr hene, lê ew hînî rûniştina li qehwexaneyê bûye. Ji ber ku tevahiya pêkhateyên civakê kom dike. Buhayên wê li gorî qehwexaneyên din erzan in. Li ser her masayekê Kurd, Ereb û xiristiyan li hev kom dibin.

Keîd da zanîn ku ew hemû li masayekê rû didin û mijarên cuda gotubêj dikin. Di çil salên dawîn de gelek tişt hatiye guhertin. Gelek dostên ku pê re rûndinişt, derketin derve û hinekî din jî nema tê qehwexaneyê.

Mihemed Elî Hesen ji sala 1975`an ve serdana qehwexaneyê dike û dema xwe bi hevalên ku li qehwexaneyê nas kirine, diborîne û mijarên cuda di warên siyasî, civakî û aborî de bi hev re nîqaş dikin.

Hesen dibêje ruxmî temenê wî yê mezin û karê wî necariyê de, lê dîsa jî hîna serdana qehwexaneyê dike. Ew li wir bêhna xwe vedide û piraniya dema xwe bi hevalên xwe re derbas dike.

(şx)

ANHA