Nûnera navneteweyî banga rawestandina şandina çeteyan ji bo Lîbyayê kir

Nûnera navneteweyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û di mijara rêzdariyê ji serdestiya Lîbyayê re bibin alîkar. Her wiha diyar kir ku divê şandina çeteyên biyanî ji Lîbyayê re were rawestandin.

Nûnera navneteweyî banga rawestandina şandina çeteyan ji bo Lîbyayê kir
4 cotmeh, 2020   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Stephanie Williams di hevpeyvînekê de bi rojnemaya Şerq El-Ewsat re bi dan û standinên ewlehî û leşkerî yên yekser di navbera şandeyên artêşa Lîbyayê û hikumeta Wîfaqê de li bajarê Xerdeqe yê li Misirê, çebûne bi erênî nirxandin û ev yek weke pêşketineke erênî di gera ewlehiya leşkerî de bi nav kir.

Stephanie Williams diyar kir ku hemû aliyên Lîbyayê ji her demê bêtir tê gihaştine ku divê çareserî siyasî be û tevahiya rêbazên din bi kêr nehatin.

Stephanie Williams destnîşan kir ku binpêkirina qedexeya çekdarkirinê li Lîbyayê berdewame, lê di dema dawîn de kêmtir bûye.

Nûnera navneteweyî ya ji bo Lîbyayê ve Stephanie Williams bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û ji bo rêzgirtina serweriya Lîbyayê bibe alîkar. Her wiha diyar kir ku divê herikîna çeteyên biyanî li Lîbyayê were rawestandin.