Meşa dirêj a ciwanan gihişte Girkê Legê

Meşa ciwanan a duh ji Qamişloyê ve dest pê kir, gihişte navçeya Girkê Legê.

Meşa dirêj a ciwanan gihişte Girkê Legê
3 cotmeh, 2020   17:53
QAMIŞLO

Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan a duh ji bajarê Qamişloyê dest pê kir, beriya çend kêliyan gihişte navçeya Girkê Legê.

Meşa ku 300 ciwan tevlê bûn, ji aliyê şêniyên navçeya Girkê Legê ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî komîteya birêxistinkirina meşê, meş dê sibe ber bi bajarê Dêrikê ve dewam bike.

ANHA