Ciwanên şoreşger ên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya pêngava "Na ji dagirkeriya Tirk re, ji parastina destkeftiyên şoreşê re erê" de meşek bi meşeleyan li dar xist.

Ciwanên şoreşger ên Kobanê li dijî dagirkeriyê meşiyan
3 cotmeh, 2020   17:59
KOBANÊ

Beriya meş dest pê bike, koma Şehîd Star şanoyeke li ser tundiya li ser jinan û xwekuştina jinan li dar xist.

Meşa ku bi sedan ciwan tevlê bibûn, ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Kobanê ber bi qada Jina Azad ve dest pê kir.

Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Em ê teqez bi serkevin" hildan û diruşmeyên li dijî dagirkeriyê berz kirin.

Li qada Jina Azad çalakiyeke hate lidarxistin û bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Mihemed Mehmûd Hisên bang li ciwanan kir ku beşdarî pêngava "Na ji dagirekriyê re, ji parastina destkeftiyên şoreşê re erê" bibin.

Çalakî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA