Turnovaya futbolê ya jinan li Şehbayê dest pê kir

Bi beşdarbûn 8 tîman li ser asta herêma Efrînê turnoveyeke futbolê ya jinan dest pê kir.

Turnovaya futbolê ya jinan li Şehbayê dest pê kir
Turnovaya futbolê ya jinan li Şehbayê dest pê kir
Turnovaya futbolê ya jinan li Şehbayê dest pê kir
Turnovaya futbolê ya jinan li Şehbayê dest pê kir
Turnovaya futbolê ya jinan li Şehbayê dest pê kir
3 cotmeh, 2020   14:03
ŞEHBA

Li herêma Efrînê dewreya duyemîn a turnovaya futbolê ya taybet bi jinan bi beşdariya 8 tîman ku dabeşî du koman dibe, dest pê kir.

Navê turnoveyê Zeyneb Mamo ye, ku lîstikvana ji Babinisê bû û beriya çend hefteyan ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Maça yekemîn di navbera tîma Agirî û Dengê Efrînê li yarîgeha gundê Babinisê li dar ket, maç bi serketina Tîma Agirî bi 3 golan bi sifirê li hember Dengê Efrînê bi dawî bû.

Koma yekemîn; Agirî, Dengê Efrînê, Aqîbê û Zenûbiya. Koma duyemîn jî ji Tîma Afrîn, Kampa Berxwedan, Armanc û Şêrewayê pêk tê.

Tîmên her komekê dê derbasî tornuvaya nîvê dawiyê bibin. Dê tîma ku xelata yekemîn di koma yekemîn de bistîne bi tîma ku xelatê duyemîn di koma duyemîn de werbigire bilîze û tîma ku xelata yekemîn di koma duyemîn de bistîne dê bi tîma ku xelata duyemîn di koma yekemîn wergitiye de bilîze.

Tornuva dê heta nîvê vê mehê dewam bike û maça dawîn dê di navbera her du tîmên ku maçên nîvê dawîn bi ser ketine de li dar bikeve.

(eh)

ANHA