Li Hesekê têkildarî komploya 9'ê Cotmehê panelek hate lidarxistin

Di panela TEV-DEM'ê ya li bajarê Hesekê hate lidarxistin de, hate gotin ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan yek ji hewldanên Tirkiyê ye da ku aloziyên li Rojhilata Navîn kûrtir bikin. Her wiha hate destnîşankirin ku dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya 9'ê Cotmehê ye.

Li Hesekê têkildarî komploya 9'ê Cotmehê panelek hate lidarxistin
Li Hesekê têkildarî komploya 9'ê Cotmehê panelek hate lidarxistin
Li Hesekê têkildarî komploya 9'ê Cotmehê panelek hate lidarxistin
Li Hesekê têkildarî komploya 9'ê Cotmehê panelek hate lidarxistin
Li Hesekê têkildarî komploya 9'ê Cotmehê panelek hate lidarxistin
3 cotmeh, 2020   14:22
HESEKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), têkildarî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û salvegera 2'yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî panelek li bajarê Hesekê li dar xist.

Di panela hola Reşo ya bajarê Hesekê hat lidarxistin de, bi sedan endamên saziyên civaka sivîl, şêx û rûspiyên heêrmê û oldar beşdarî panela beşdar bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê meclisa TEV-DEM'ê ya kantona Hesekê Ferhan Dawud û endama meclisa PYD'ê Zeyneb Şîkta axivî û behsa komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di axaftinan de hate gotin ku desthilata Tirkiyê bi ferzkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan aloziyên li Rojhilata Navîn kûrtir bike û ji çareseriyê dûr bixe. Axaftivanan destnîşan kirin ku kilîlta çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn bi rêbertî re ye.

Her wiha hate diyarkirin ku Rêber Abdullah OCalan têkoşîna gihandina ramanê azad û bidestxistina mafên hemû gelên Rojhilata Navîn di girtîgeha Îmraliyê de didomîne.

Beşdaran jî li ser mijarêgefên dagirekriya Tirk ên li êrişeke din li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara Rûsya ya vekişandina ji eniyên şer, armanca serdana James Jeffrey û tevgera PDK' ya li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe raber kirin.

Panel bi diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA