Çete di ser Efrînê re bo Azerbaycanê tên şandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dibistan kirine baregeh û navendên komkirina çeteyên Sûriyê da ku ji bo Lîbya û Azerbaycanê bêne şandin.

Çete di ser Efrînê re bo Azerbaycanê tên şandin
3 cotmeh, 2020   00:13
ŞEHBA –CAFER CAFO – FÎRAS ÎBRAHÎM

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker navend û dewreyên perwerdeyê ji bo çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" vedike da ku wan bişîne Azerbaycanê ji bo ku li dijî artêşa Ermenistanê şer bikin.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk berê komên çeteyan bi awayekî veşartî û dûrî dezgehên ragihandinê dişand Azerbaycanê da ku li dijî artêşa Ermenistanê destekê bibe hêzên Azerbaycanê û wiha domand: "Bi sedan çeteyên Sûrî ji bo Azerbaycanê hatin şandin û piştî çend saetên kêm ji gihaştina wan di şerê li Qerebaxê de hatin kuştin."

Şêxo ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên taybet, diyar kir ku ji çeteyên El-Cebha El-Şamiyê derdora 370 çete di şer Azerbaycan û Ermenistanê re hatin kuştin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi şandina çeteyan ji bo Azerbaycanê û destekdayîna hêzên Azerbaycanêarmanc dike ku herêmên di bin dagirkeriya xwe li Rojhilata Navîn berfireh bike û senaryoya qirkirina ermenan dubare bike, her wiha planên kalikên xwe Osmanîyan vegerîne."

Şêxo destnîşan kir ku "Çeteyên Sûrî li ser zimanê berdevkê wan Ziyad Hac Ûbeyd diyar kir ku ew mecbûr in biçin Azerbaycanê û li kêleka artêşa Tirk bin, ji ber dewleta Tirk ji destpêkê û heta niha destekê dide şoreşa Sûriyê. Ev yek piştrast dike ku dewleta Tirk amadekarî ji şerê Azerbaycan û Ermenistanê kiriye û çeteyên Sûriyê beşdarî vî şerî kirine ku tu eleqeya wan pê nîne, lê ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê şer kar dikin."

Şêxo destnîşan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî, lihevkirina Cinêv 4 a sala 1949'an û mîsaqa Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945'an, dewleta Tirk dewleteke dagirker e.

LI EFRÎNÊ DIBISTAN BÛNE NAVENDÊN KOMBÛNA ÇETEYÊN KU DÊ BIÇIN AZERBAYCANÊ

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo got, li gorî çavkaniyên taybet ên rêxistinê, "Dibistana amadehî ya Emîr Xubarî ya li navenda bajarê Efrînê bûye navenda komkirina çeteyan û şandina wan ber bi Lîbya û Azerbaycanê. Dibistan bûye baregeheke MÎT’ê. Her wiha dibistana Ezhar Efrîn a navenda bajar ku baregeha leşkerî ya MÎT'ê ye bûye navenda kombûna çeteyan."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7chmHZkgcY8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>