Kanadayê der barê bikaranîna artêşa Azerbaycanê ji çekên kanadî re lêpirsîn vekiriye

Kanada der barê bikaranîna artêşa Azerî ji teknolojiya kanadî ya firokeyên bêpîlot re ku destpêka şerê Ermenistanê û Azerbaycanê derbasî Tirkiye bûye û li Qerebaxê li hemberî artêşa Ermenî hatiye bikaranîn, lêpirsîn dike.

Kanadayê der barê bikaranîna artêşa Azerbaycanê ji çekên kanadî re lêpirsîn vekiriye
3 cotmeh, 2020   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Kandayê Justin Trudeau got Wezîrê Karên Derve têkildarî bikaranîna artêşa Azerbaycanê ji çekên leşkerî yên Kanadayê re li dijî artêşa Ermenî dest bi lêpirsînê kiriye.

Wezîr Justin Trudeau ev yek li gotina xwe zêde kir: "Têkildarî pêşbînên Kanadayê yên der barê binpêkirina mafên mirovan divê rêz ji şertên wê re werin girtin, lê dîsa jî ji şerê li herêma Artsax-Qerebaxê rû dide bi fikar e."

(eh)