Çavkaniyan:Dewleta Tirk amadekariya şandina çeteyên Lîbyayê ji bo şerê li Azerbêcanê re dike

Çavkaniyên ewlehî yên Lîbyayê eşkere kir ku di saetên derengiya şeva berê li paytexta Lîbyayê Terablusê de di navbera efserên ji istîxbarat, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê û gelek fermandarên komên girêdayî hikumeta Wîfaqê de civînek li ser şandina çeteyên Lîbyayê ji bo şerê li dijî Azerbêcanê hat lidarxistin.

Çavkaniyan:Dewleta Tirk amadekariya şandina çeteyên Lîbyayê ji bo şerê li Azerbêcanê re dike
3 cotmeh, 2020   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Erebiye Net, çavkanî diyar kir ku efserên dewleta Tirk di civînê de ji fermandarên Wîfaqê xwest ku çeteyên lîbyayî yên di çeka korînt û skvaniyê de pisporên amade bike û divê hejmara wan weke merheleya destpêk 50 çete bin da ku bişînin Azerbêcanê û her mehê 5 hezar dolar bi rêya hikumeta Azerbêcanê û piştre bi rêya endamên dewleta Tirk bidin wan.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed El-Mismarî di demeke berê de eşkere kiribû ku dewleta Tirk çeteyên terorîst û tundraw ên lîbyayî û sûrî û hemlwelatiyên dîtir ji Lîbyayê dişîne Azerbêcanê da ku piştevaniya şerê wê li dijî Ermenistanê di herêma binakok de bikin.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh eşkere kir ku ji destpêka şerê  çeteyên girêdayî dewleta Tirk li dijî Ermenistanê li herêma Qerebaxê de, herî kêm 28 çeteyên sûrî hatin kuştin.

(fr)