Rojnameyên erebî: Alîgirên Rûsyayê, Îran li ser pêkanîna fîtneyê li başûrê Sûriyê tewanbar kir

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa li başûrê Sûriyê û aloziya Lîbyayê û şerê li Qerebaxê kir.

Rojnameyên erebî: Alîgirên Rûsyayê, Îran li ser pêkanîna fîtneyê li başûrê Sûriyê tewanbar kir
3 cotmeh, 2020   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: ÎRAN Û HIZBULLAH BI PÊKANÎNA FÎTNEYÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ HATIN TEWANBARKIRIN

Girêdayî mijarê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Fermandarê Lîwa 8’an a Feyleqa 5’an a girêdayî baregeha Rûsyayê ya li Hemîmê Ehmed Ewda, Îranê û Hizbullah bi derxistina fîtneyê di navbera Deraa û Siwêdayê de tewanbar kir."

Ewda duh di dîmenekê de wiha got: "Destên reş destwerdana li Deraa û Siwêdayê kirin ku tevliheviyê di navbera wan de derxin. Da ku fîtne û şerê bi nûnertiya çeteyan, ji fîtne, revandin û çekdarên terorîst ên derveyî qanûnê pêk bînin. Divê şêniyên çiyayê Horan(Siwêda) ji bikaranîna wan mîna alavan ji bo ajandeyên ji aliyên mîna Hizbullah, çeteyên Îranê û baskên wê yên ewlehî hişyar bin."

Malpera Siwêda 24 eşkere kir ku Hizbullah piştevaniya lojistîkî ji milîsên Difaa El-Wetenî yên li parêzgeha Siwêdayê re, mîna çekên cur bi cur, sîstema peywendiyan pêşkêş kirine.  Li gel wê jî piştevaniya geşkirina nuqteyên Difaa El-Wetenî ya li gundên bi Feyleqa 5’an re ku piştgiriya wê Rûsya ye, bi nakok in kir.

Hêzên Difaa El-Wetenî li piranî herêmên parêzgeha Siwêdayê ji 2013’an de bi fermana hêzên rejîm û hêzên paratstina gundên li ser sînor belav bûne. Her wiha piştî nakokiya bi Feyleqa 5’an re hêzên Difaa El-Wetenî nûqteyên xwe yên li derdora bajarokê Qerya xurt kirin. li başûrê parêzgeha Siwêdayê di sêşema borî de di navbera komên Siwêdayê û Feyleqa 5’an de şerekî dijwar rû da, di encamê de 15 ciwan hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî  Beşar Esed parastina girîngiya hebûna leşkerî ya rûsî ya mayînde kir û di hevpeyvîneke bi kanala Zvezda ya hikumeta Rûsyayê re ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi boneya derbasbûna 5 salan li ser destwerdana leşkerî ya rûsî ya yekser li Sûriyê wiha got: "Li gorî peymanên rûsî-sûrî yên heyî, du baregehên leşkerî yên rûsî li ser xaka Sûriyê hene, li Himêmîm û Tertûsê. Hebûna leşkerî ya rûsî li Sûriyê mayînde ye da ku garantiya ewlehî ya Komara Erebî ya Sûriyê îro û pêşerojê bike."

EL-BEYAN: LÎBYA…ALIYÊ TIRKIYÊ IDÎA DIKE Û ŞERÊ MILÎSAN GEFAN LI AŞTIYA ŞÊNIYAN DIXWE

Têkildarî Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Li Terablusê di navbera milîsan de ji Zenetan û Zawıyê de şer rû da, li gel wê jî bi sedema qutbûna kehrebeyê li payatexta Lîbyayê Terablusê tarîtî heye."

Çavkaniyan ji El-Beyan re wiha gotin: "Li başûrê rojavayê Terablusê di navbera milîsên ji hêza Zenetan û milîsên ji Zawiyê şer rû da. Di wî şerî de çekên giran û navên hatin bikaranîn."

EL-EREB: DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE NEXŞEKIRINA SÎNOR JI BER METIRSIYA CEZAYAN

Der heqê Lubnanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Peymana ku serokê meclisa parlamentoyê Nebîh Berî ya ji bo nexşekirina sînorê di navbera Lubnan û Îsraîlê de ragihandiye li gel hin kesan surpizek bû, nexasim ku tê de pêkanîna dan û standinên yekser a her du aliyan hebû ku ew jî di rewşeke şer de ne. Ev daxwaza Amerîkayê ye ku berê jî Beyrûtê red kiribû."

ŞERQ EL-EWSET: DER BARÊ ÇETEYÊN LI QEREBAXÊ DE FIŞARÊN LI SER DEWLETA TIRK ZÊDE DIBIN

Di çarçoveya bilindkirina şerê li Qerebaxê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh der barê şandina Enqereyê çeteyên sûrî ji Azerbêcanê re da ku li dijî hêzên Ermenistanê  li herêma Qerebaxê şer bikin de, fişarên li dijî dewleta Tirk zêde bûn."

(fr)