Operasyona li dijî HDP’ê û bûyerên 6-7-8 Cotmehê - 2

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bi qasî kîlometreyekê nêzî Kobanê bûn, di 2’yê Cotmehê de bertekên gel zêde bûn û di 6-7-8’ê Cotmehê de gihaşt asta herî jor û li tevahiya cîhanê belav bû. Leşker û polîsan nedikarîn derkevin kolanan. Gelê daketibû qadan, banga pêkanîna daxwazên xwe kir û Kobanê kete rojeva cîhanê.

Operasyona li dijî HDP’ê û bûyerên 6-7-8 Cotmehê - 2
3 cotmeh, 2020   04:12
UMUT AYDIN

Li gel bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gelek bajarên Ewropayê jî Kurd û dostên wan derketin qadan, li bajarên Koln, Stutgart, Nurnberg, Essen, Frankfurt, Manhheim, Hagen ên Almanyayê, li bajarên Parîs ve Strasbourg ên Fransayê û li Viyana ya Awistralyayê çalakî pêk hatin. Kurdistaniyên li Hollandayê xwest bala gel bikişîne ser berxwedana Kobanê û Parlamanetoya Hoollandayê dagir kir.

Li Başûrê Kurdistanê jî gel ji bo Kobanê dest bi çalakiyan kir. Li bajarên Kerkûk û Qeladizê çalakiyên girseyî çêbûn. Li Silêmaniyê dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” olan da. Li bajarên Rojhilat ên Ciwanro, Sine, Mehabad, Kirmaşan, Urmiye, Loristan, Bokan û li Tehranê ji bo destekê grevên birçîbûnê dest pê kir û bi rojan dewam kir.

DEWLETÊ HEWL DA ÇALAKIYAN VEGUHERÎNE ŞERÊ NAVXWEYÎ

Li her çar aliyên cîhanê çalakiyên ji bo Kobanê pêk dihatin lê dewleta Tirk hêzên xwe yên kontra berdan kolanan bi rêbazên herî qirêjî bersiv da sehildanan. Hewl dan şerekî navxweyî çêkin û di ser çapemeniyê re dest bi çêkirina rayê kirin û di demeke kurt de wekî ku bûyerên Adara 2006’an bi bîr bixin, bi dirûşma “Jin be jî, zarok be jî, çi hewce be dê bê kirin” ketin nava tevgerê. Erdogan bi vê gotina xwe fermana “Hûn ê bikujin, qetl bikin” dida. Ji bo vê yekê jî tahrîkên hizbulkontrayê jî destek kirin û hiştin çekan bi kar bînin. Çalakiyan di 6’ê Cotmehê de dest pê kir û heta 12’ê Cotmehê li Amed, Merdîn, Sêrt, Çewlik, Dîlok, Wan, Mûş, Batman, Stanbol ve Edeneyê polîsan li dijî sivîlan qetlîam pêk anîn.

Piştî çalakiyên 6-7-8’ê Cotmehê li Amedê derketina derve qedexe kirin, li navçeyên Çinar, Gêl, Erxenî, Dîcle, Hanî, Hezro, Karaz û Qulpê jî qedexe pêk hat. Li bajar dibistan kirin betlane û seferên balafiran jî betal kirin. Li Colemêrg û Wanê jî dewama zanîngehan hate taloqkirin.

Li gorî daneyên polîsan li 36 bajaran 2 hezar û 389 çalakî pêk hatin û 48 sivîl û 2 polîsan jiyana xwe ji dest da. 438 sivîl û 331 polîs birîndar bûn, 4 hezar û 291 kes hatin destgîrkirin, ji wan hezar 105 kes hatin girtin.

Lê belê gelek sazî û dezgehên mafên mirovan û partiyên siyasî jî rapor weşandin û derket holê ku daneyên polîsan ne rast in. Wan raporan careke din aşkera dikir ka dewlet bi çi awayî rastiyan manîpule dike.

PROVOKASYONA HUDA-PAR’Ê

Di serhildana 6-7-8 Cotmehê de dewletê wek amûrekê Huda-Par bi kar anî û endamên wê derxistin kolanan. Vê rêxistinê xwest ji van çalakiyan jî ji xwe re tiştekî derxe û piştre jî bi gotinên mexdûriyetê bi domdarî êrişî tevgera Kurd kir û bi dewletê re hinek lihevkirin pêk anîn.

Huda-Par di sala 2013’an de hate avakirin û zêdetir li bajaran Kurdan aktîf e û xwe wek qaşo partiyeke îslamî nîşan dide. Lê ya rast; rengekî nixumandî yê Hizbullahê ye ku di salên 1990’î de dewletê derdixistin nêçîra Kurdan. Piştî ku Mustazaf-Der bi boneya ku têkiliya xwe bi Hizbullahê re heye, hate girtin, Huda-Par hate vekirin.

TÊKILDARÎ SERHILDANA 6-7-8’Ê COTMEHÊ PEYAM JI ÎMRALIYÊ HAT

Di 9’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Îmraliyê notek hate şandin û Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag gihand cîgirê serokwezîr ê wê demê Yalçin Akdogan. Di notê de rêber Abdullah Ocalan digot:

 “Gelê Kobanê bi keda xwe ji xwe re pergaleke azad çêkiriye. Dewlet tehemulî vê yekê nake. Li Kobanê dê gelê me heta dawiyê li ber xwe bide. Li deverên ku DAIŞ lê heye û herêmên Kurdan ên DAIŞ lê heye em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Dê tu tawîzan nedin DAIŞ’ê. DAIŞ rêxistineke çêkirî ye. Li ku derê li hemberî Kurdan êrişeke bi vî rengî hebe, dê bersiveke xurt bidinê.

Divê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin bikin. Mafê tu kesî nîn e ku gelekî tune bike. Bila li dijî vê polîtîkayê Kurd li her derê serî hildin. Heke îro vê nekin, sibê dê pir dereng be. Lê binêrin çi dikin; ji me hinekan dikin taştê, hinekan dikin firavîn û hinakan jî dikin şîv. Ev rewş nayê qebûlkirin. Mafê tu kesî nîn e ku Kobanê bi tenê bihêle. Divê li dijî DAIŞ’ê li her derê berxwedaneke mezin hebe.

Mijareke din; ez tehmîn dikim ku JÎTEM ji bo ku pêvajoyê xira bike ketiye dewreyê. Heke JÎTEM neyê berterefkirin, ev pêvajo dewam nake. Hêza ku JÎTEM’ê ji dewreyê derxe, bila bi awayekî demokratîk bixebite. Em pêvajo ji her tiştî re amade ye lê belê em pêvajoyeke rast û durist dixwazin. Em taktîkên eglekirinê naxwazin.”

Di 7’ê Cotmehê de li navçeya Gimgim a Mûşê, Hasan Buksur ji aliye polîsan ve hate kuştin û heta 20’ê Cotmehê di çalakiyan de 52 kes bi çek, bombeyên gazê û lînckirinê hatin kuştin.

52 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA LÊ BI TENÊ DOZA HUDA-PAR’Ê HATE VEKIRIN

Di serhildana 6-7-8 Cotmehê de ji xeynî endamên Huda-Par’ê ji bo tu kesî tu darizandin nehate kirin. Endamên Huda-Par’ê jî bûyerên kuştinê her tim di rojevê de hiştin û li dijî Kurdan antîpropaganda kirin û li cem dewletê sekinîn.

Polîs, hilbulkontra û komên faşîst di serhildana 6-7-8 Cotmehê de 52 kes kuştin. Piştre hezar û 213 kes ku 199 jê zarok bûn, hatin destgîrkirin û ji wan jî 183 kes hatin girtin ku ji wan jî 20 kes zarok bûn.

AKP-MHP’Ê PÊŞNÛMAYÊN LÊPIRSÎNÊ RED KIRIN

HDP’ê ji bo çalakiyên ji bo Kobanê bên lêkolînkirin û rastî derkevin holê, 3 pêşnûmayên lêkolînê dan meclisê lê AKP-MHP’ê ew red kirin. Her wiha pêşnûmapirsên ku HDP’ê dan jî, bê bersiv man.

HDP’ê têkildarî çalakiyên ji bo Kobanê pêşnûmapirs dane wezaretan. Ew jî bê bersiv hiştin. HDP’ê dixwest bersiva van pirsan bê dayîn:

* Wezaretê têkildarî bûyerên 6-7’ê Cotmehê tu lêpirsîn dane destpêkirin?

* Heke dest pê kiribe, di çarçoveya wê lêpirsînê de tu walî, qeymeqam û gerînendeyên polîsan ji peywirê hatine girtin?

* Ji bo ku bûyerên 6-7’ê Cotmehê bi berfirehî werin lêkolînkirin, dê komîsyona lêkolînê ya meclise bê avakirin?

* Têkildarî polîs û leşkerên di bûyerên 6-7’ê Cotmehê de bûne sedema kuştina sivîlan, tu lêpirsînan dest pê kiriye?

* Kesên ku di bûyerên 6-7’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest daye, çend kes jê endamên HDP û BDP’ê ne?

Di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber çalakiyên ji bo Kobanê ji bo girtina 82 kesan biryara girtinê derxist. Di wê serdemê de 20 endamên meclisa partiyê ya HDP’ê hatin destgîrkirin û hê jî nehatine berdan. Her wiha hevserokên HDP’ê yên wê demê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di çarçoveya wê dosyayê de girtî ne.

WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR Ê WÊ DEMÊ BÊ DENG E

Di heman serdemê de wezîrê karên hundir ê wê demê Efkan Ala diyar kir ku bandora ‘rêxistina Fetullah Gulen’ heye ku di çalakiyên ji bo Kobanê de kolan kirin qada şer. Di civîneke ji çapamniyê re girtî de Efkan Ala got “Me tespît kir ku di nava wê rêxistinê de hin kesên peywirdar ji bo ku hikumetê bixin zorê, bi zanebûn mudaxele li bûyeran nekiriye. Navên wan tevan yek bi yek hatin tespîtkirin û lêpirsîn hatin destpêkirin.” Ev gotinên Ala di çapemeniyê de jî cihê xwe girt.

Dûre derket holê ku daxuyaniyên Efkan Ala ne rast in û piştre jî operasyonên siyasî yên li dijî HDP’ê dewam kirin. Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen bi hinceta çalakiyên ji bo Kobanê hate destgîrkirin û berê jî bi hinceta ku ji bo wan çalakiyan bang kiriye, 8 mehan girtî mabû û bi civîneke meclisa partiyê ku bi xwe tev lê nebûbû, hatibû tawanbarkirin. Bîlgen li Dadgeha Makezagobê doz vekiribû û mafdar hatibû dîtin. Di dosyaya heman dozê de Ayhan Bîlgen roja 25’ê Îlonê cara duyemîn hate destgîrkirin.

Li dijî van êrişên AKP-MHP’ê yên li ser HDP’ê li bajarên Qers, Stanbol, Amed, Semsûr, Edene, Mêrsîn, Cizîr, Mêrdîn, Enqere û li gelek bajaraên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên xwedîderketina li HDP’ê pêk hatin.

Ji Ewropa û gelek welatên cîhanê jî peyamên xwedîderketina li HDP’ê hatin dayîn û destnîşan kirin ku dê li hemberî rejîma AKP-MHP’ê li gel HDP’ê bisekinin.

Bertekên li dijî van êrişan jî xuya dikin ku rejîma AKP-MHP’ê ji ber rewşa nû ya Tirkiyê û kampanyayên HDP’ê yên ji bo vê rewşê, gelekî tirsiyaye. Ji ber vê yekê jî xuya dibe ku dê dîsa hewl bidin rêyên muxalefetê yên gel bigirin û nehêlin li derveyî wan tu tevgereke din derkeve holê. Helbet ev operasyonên qirkirina siyasî ji bo HDP’ê ne destpêk in, ne jî dê bibin ên dawiyê. Li hemberî van êrişan sekna HDP’ê durist e. Selahattîn Demirtaş di wê serdemê de li meclisê bi van gotinan sekna HDP’ê xuya kiribû: “Ma hûn bi çi gefan li me dixwin? Hûn bedeleke çawa bi kê didin dayîn? Ji mirinê wêdetir qonax  tune ye. Canê her yek ji me di oxira gelê me de dê bi hezaran caran bibe gorî.” HDP îro bi hemû rengîniyên xwe li hemberî êrişan bi gel re berxwedaneke mezin dimeşîne.

ANHA