​​​​​​​Şêwirmendê Karên Derve yê Qerebaxê: Şer û sebeba aloziyên herêmê Tirkiye ye

Şêwirmendê Karên Derve yê Qerebaxê David Babayan destnîşan kir Tirkiyeyê dest bi dabînkirina projeya Panturanîzmê kiriye, lewra ser û sedema bingehîn ya şer û aloziya herêmê ev polîtîkayên Tirkiyeyê ne û hişyarî kir ku çeteyên Tirkiyeyê anîne Qerebaxê dê aloziyê kûrtir bikin.

​​​​​​​Şêwirmendê Karên Derve yê Qerebaxê: Şer û sebeba aloziyên herêmê Tirkiye ye
3 cotmeh, 2020   01:18
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Ji 27'ê Îlonê ve şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li herêma Qerebaxê giran bû. Şer beriya çend mehan rû dabû, piştre jî dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî şandin herêmê û tetbîqatên hevbeş bi artêşa Azerbaycanê re pêk anî. Tirkiyê eşkere nekir bê ka hejmara hêzên wê yên beşdarî tetbîqatê bûne ya ne û diyar nekir ku gelo hêz vegeriyan Tirkiyê ya na.

Serokkomarên gelek dewletên Ewropa û koma Mînsk a bi serkêşiya DYA, Rûsya û Fransayê banga rawestandina şer kirin. Li kêleka vê gelek rapor derketin holê ku Tirkiyê çeteyên Sûriyê şandine da ku li kêleka Azerbaycanê li dijî Ermenistanê şer bikin.

Li ser mijarê Şêwirmendê Kar û Barên Derve yê Serokê Qerebax David Babayan di hevpeyvînekê de bi ANHA'yê re nirxandin kir.

Hevpeyvîn wiha ye:

JI DESTPÊKA DERKETINA ŞER DE, ERMENISTAN Û AZERBAYCANÊ BI ÊRIŞÊN LI SER QEREBAXÊ HEVDU TAWANBAR DIKIN. GELO EV ŞER ÇAWA DERKET Û KÊ PÊŞÎ DA DESTPÊKIRIN?

Yên ku êriş dan destpêkirin Azerbaycan û Tirkiye ne, ev herdu dewleta ji beriya 3 an 4 mehan ve bi kêmanî amadekariyên vî şerî dikin.

BERÊ JÎ DI NAVBERA ERMENISTAN Û AZERBAYCANÊ LI SER VÊ HERÊMÊ ŞER HEBÛ, LÊ ŞER BI VÊ ASTÊ PÊŞ NEKET. GELO SEDEMÊN PÊŞKETINA VÎ ŞERÎ ÇI NE?

Sedema sereke destwerdana rasterast a Tirkiyê ye. Tirkiyê bi hezaran çete ji Rojhilata Navîn anîn ku piraniya wan Tirk in şandin herêmê. Vê yekê alozî dijwartir kir.

GELO ROLA TIRKIYÊ DI GURKIRINA ALOZIYÊ DE ÇI YE Û ROLA WÊ VÊ HERÊMÊ ÇI YE?

Wekî ku min bi bîr xst, rola Tirkiyê ya rasterast bû sedema aloziyê. Ji xwe Tirkiyê destek da Azerbaycanê lê ev ne bi awayekî yekser bû û yekemîn car ji sala 1920'an de çêdibe.

Armanca sereke ya Tirkiyê projeya împaratoriya netewa Tirkiyê anku Pan Turkism bide destpêkirin, ji ber vê yekê Qerebax û Ermenistanê wêran dike û li dijî gelê Ermenî komkujiyan pêk tîne.

ROLA NATO'YÊ DI ALOZIYÊ DE ÇI YE, GELO TIRKIYÊ SOR DIKE DA KU RÛSYA Û ÎRANÊ JÎ LI HERÊMÊ TENGAV BIKE?

Belê, mudaxeleyên Tirkiyê gelek pirs derxistin pêş. Mînak gelo hayê NATO û DYA'yê ji armancên Tirkiyê hebûn? Heke bersiv erê be, gelo wê çi biqewime? Gelo NATO û DYA'yê ev şer pejirandin? Lê heke hayê NATO û DYA'yê jê tunebû wê çi çêbibe? Di vê rewşê de nêzîkatiyên Tirkiyê derbeyeke xeter li wêneya NATO û DYA'yê ye. Ev tê wateya ku yekitiya NATO û wêneya wê ya hevgirtî winda bû, yanî Enqere şirîkê xwe yên mezin (Amerîkayê) paşguh dike.

Ez di wê baweriyê de me ku ne hayê DYA û ne jî NAOT'yê ji nêzîkatiyên Tirkiyê tuneye. Delîlê vê yekê daxuyaniya  serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku siyaseta Erdogan şermezar kirin û daxuyaniya hevbeş a serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa û Rûsyayê ku banga lezgîn a rawestîna şer kirin. Ji ber vê sedemê û bi pejirandina projeya Pan-Turkîzmê, siyaseta Tirk ji Rûsya, Îran, Çîn, civaka NATO û bi giştî mirovahiya şaristanî re xeteriyeke cidî derdixe pêş.

GELO WE BEŞDARBÛNA ÇETEYÊN SÛRIYÊ YÊN KU TIRKIYÊ EW ŞANDINA AZERBAYCANÊ BELGE KIRINE?, XETERIYA VÊ YEKÊ LI SER AŞTIYA HERÊMÊ BI GIŞTÎ ÇI YE?

Hemû delîl li ser vê yekê hene û niha zanyariyên guncaw têne komkirin. Ya xeter ew e ku siyaset li dijî Ermenistan, Qerebax, Rûsya, Îran, Çînê û DYA'yê ne. Her wiha hebûna çeteyan li herêmên sînor ên bi Îran û Rûsyayê re delîlê plankirina wan derbasbûna van dewletan e. Diyar e ku ev şer gelek encamên xirab hilgirtiye.

HÛN ÇETEYÊN SÛRIYÊ YÊN KU QAŞO JI BO AZADIYA GELÊ SÛRIYÊ Û HILWEŞANDINA REJÎMÊ ŞER DIKIN, ÇAWA WESIF DIKIN?

Ma çete û talanker wê çawa ji bo azadiyê şer bikin? Çawa çete û talankr ji bo baweriyê şer bikin? Evanan  bê bawerî û bê piransîp in, evanan ji hêzên tarî ne ku ji bilî mirin, destdirêjî, qirkirina bi komî û dojehê tiştekî din nayînin.

TIRKIYÊ DI PIRANIYA ALOZIYÊN LI HERÊMÊ DE HAZIR E, LI SÛRIYÊ, IRAQ, LÎBYA, ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ, NIHA JÎ LI QEREBAXÊ YE. HÛN SIYASETÊN TIRKIYÊ LI HERÊMÊ ÇAWA WESIF DIKIN Û LI HEMBERÎ VÊ ÇI JI HÊZÊN CÎHANÊ Û KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ TÊ XWESTIN?

Siyaseta Tirkiyê ji bilî tevlihevkirinê, gurkirina nazîzm û terorîzmê tiştek nîne, divê Erdogan û Aliyev li pêşiya Dadgeha Cînayetan a Navnetewî werin cezakirin . Zû yan dereng ev ê bibe. Her çiqasî em zû bikin ew qas mirov wê rizgar bikin û zirar û mirin kêm çêdibe.

HIN LÊKOLÎNERR BAWER DIKIN KU DIBE KU RUSYA DI GEŞEKIRINA BÛYERAN DE XWEDÎ ROL BE. GELO JI SEROKWEZÎR PAŞÎNYAN NE RAZÎ YE, JI BER KU EW PIŞTÎ XWEPÊŞANDANÊN LI WELÊT HAT SER KAR Û JI BER KU EW JI KETINA EWROPA LI ERMENISTANÊ DITIRSE Û DIXWAZE WÊ VEGERÎNE HEMBÊZA RÛSYA?

Pirsgirêk ne ev, ji ber ku têkiliyên hikumeta Paşînyan bi Rûsyayê re gelekî baş in, li aliyekî din jî, encamên jeopolîtîkî yên êrişa Tirkiye-Azerbaycanê bi pirsgirêkên potansiyel ên di têkiliyên dualî yên Ermenî-Rûsî de nayê berhev kirin.

TEVÎ HEMÛ TIŞTÊN KU TIRKIYE DIKE, KONSEYA EWLEKARIYÊ BÊDENG E. LI HERÊMÊ ENCAMÊN VÊ BÊDENGIYÊ ÇI NE?

Cihê mixabiniyê ye. Divê berisiva navnetewî xurt be û demeke guncaw de, be wisa be pêkanîna ewlehiyê wê xebateke mezin bixwaze.

ANHA