ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03- 10-2020`AN
2 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo piştgiriya pêngava KCK'ê û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşeke dirêj ji bo 3 rojan li dar dixe, meş ji navçeya Ehdasê ya Şehbayê dest pê dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Şaha Dêrik a ku di encama nexweşiyê de şehîd bibû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo nirxandina rewşa siyasî civînekê li hola Reşo li dar dixe, saet 10:00'an.

-PYD'ê li kantona Kobanê rêze civînên bi gel re li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji 5 salan ve Rûsya rasterast mudaxeleya şerê Sûriyê dike û destekê dide hikumeta Şamê. Ji wê demê ve çi guhertin li qada Sûriyê çêkiriye û çi bi dest xistiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku armanca dagirkeriya Tirk projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û tevliheviyê derxînin û gotin: "Ji ber hevgirtina me wê gefên li ser herêmên me bê bandor bimînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dibistan kirine baregeh û navendên komkirina çeteyên Sûriyê da ku ji bo Lîbya û Azerbaycanê bêne şandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bi qasî kîlometreyekê nêzî Kobanê bûn, di 2’yê Cotmehê de bertekên gel zêde bûn û di 6-7-8’ê Cotmehê de gihaşt asta herî jor û li tevahiya cîhanê belav bû. Leşker û polîsan nedikarîn derkevin kolanan. Gelê daketibû qadan, banga pêkanîna daxwazên xwe kir û Kobanê kete rojeva cîhanê. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Şêwirmendê Kar û Barên Derve yê Serokê Qerebaxê David Babayan, got ku siyaseta Tirkiyê ji bilî tevlihevkirina nazîzm û terorîzmê tiştek nîne û got, armanca sereke ya Tirkiyê ji êrişên ku beriya 3 mehan ve amadekarî jê re kirine, destpêkirina projeya Pan-Turkîzm e. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Serokê Desteya Niştimanî ya Ermenî ya Misirê Dr. Armîn Mezlûmyan got: "Tirkiyê ji ber dijberiya wê ya dîrokî bi ermen re destekê dide Azerbaycanê û çavê xwe berdaye petrol û gaza Azerbaycanê." (BI WÊNE).

- Mamosteyên li navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku dewleta Tirk bi polîtîkeyên tirkkirina herêmên dagirkirî dixwaze pêkhateyan ji çand û zimanê wan dûr bixe û herêmên tev li xaka xwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Helebê di çarçoveya pêngava "Bes e dagirkerî, dema dema şoreşê ye" de meşekê li dijî tecîrdê li dar dixe, saet 18:00'an. Li Kobanê jî bi heman armancê meşeke bi meşeleyan tê lidarxistin, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger ji Tirbespiyê ber bi Dêrikê ve didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên gundên herêma Koçerat a Dêrikê diyar kirin fêrbûna bi zimanê dayikê gaveke dirust û serkeftî ye û her pêkhateyek bi zimanê xwe hîn dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA