Balafirên keşfê li asîmana Qamişlo digerin

Di van kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmana Qamişlo digerin.

Balafirên keşfê li asîmana Qamişlo digerin
2 cotmeh, 2020   06:43
QAMIŞLO

Di van kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmana bajarê Qamişlo digerin.

Ev ne cara yekemîn e ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmana Qamişlo digerin. Her wiha ji şeva berê ve balafir ji ser asîmana Qamişlo neçûne.

Di 6’ê Tebaxa borî de firokeyên bêpîlot ên artêşa Tirk avahiyên sivîl ên çêkirina kabloyên kehrebeyê yên li Qamişloyê bombebaran kirin, di encamê de karkerek birîndar bûn û zirar gihişt avahiyê.

(fr)

ANHA