Trump bi vîrusa Koronayê ket

Serokê DYA’yê Donald Trump îro eşkere kir ku ew û hevjîna xwe bi vîrusa Koronayê ketine û dê bikevin karantînayê.

Trump bi vîrusa Koronayê ket
2 cotmeh, 2020   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê, Trump got ew û hevjîna xwe Melania Trump dê li Koşka Spî bikevin karantînayê, ji ber ku bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine.

Girêdayî heman mijarê, Koşka Spî daxuyand ku dê serokê Amerîkayê erkên xwe di karantînayê de li Koşka Spî bidomîne.

(fr)