Çeteyekî Sûrî ji BBC re deteyên veguhastina çeteyan ji Sûriyê eşkere kir

Çeteyekî Sûriyê ku dewleta Tirk ew şandiye Azerbeycanê awayê veguhastina bi rêya Tirkiye ji Sûriyê ber bi Azerbeycanê ve eşkere kir.

Çeteyekî Sûrî ji BBC re deteyên veguhastina çeteyan ji Sûriyê eşkere kir
1 cotmeh, 2020   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora BBC`ê bi çeteyekî Sûriyê re ku ji çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ye û li eniya şer a di navbera Azerbîcanê û Ermenistanê de ye, bi nasnavê Abdullah re axivî.

Çete li kombûneke leşkerî ya girêdayî artêşa Azerbeycanê li ser sînorê Ermenistanê dimîne û li ser çeteyên li wê kombûnê çavdêriyeke xurt heye.

Çete ji torê re got: "Di hefteya derbasbûyî de fermandarê Firqet Hemzat ê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê Seyf Ebu Bekir pêşniyar kiriye ku ji bo parastina nuqteyên leşkerî yên Tirk li ser sînor biçin Azerbeycanê û li hemberî wê mehane 2 hezar dolarî werbigirin."

Li gorî çete, ew ji Bakurê Sûriyê çûne gundê Hewr Kels ê Tirkiye û li wir telefon, cil û pereyên bi wan re hemû jê standin da ku nasnameyên wan neyên zanîn. Lê Abdullah careke din telefonê bi dest dixe da ku têkilî bi malbatê re deyne.

Abdullah wiha domand: “Piştre em birin balafirgeha Entabê li başûrê Tirkiye. Rêwîtiya asmanî saetek û 40 deqe dom kir, piştre em gihaştin balafirgeha Stenbolê. Paşê bi balafirên Azerî, em çûn Azerbeycanê û me xwe li nuqteyên leşkerî yên li ser sînorê dît. Lê di wê demê de şer tune bû.”

ꞌJI NIŞKAN VE EM LI ENIYA ŞER BÛN`

Piştî çend rojan Abdullah xwe li eniyên pêşîn ên şer dibîne û wiha dewam kir: "Em bi rêya erebeyên veguhastina leşkeran birin.  Me cilên Azeriyan li xwe kirin. Di destê her yekî ji me çeka tekekesî Kalşînkov hebû. Ereb rawestîn û me xwe li eniyên şer dît. Em şok man, heta me cihê dijmin nizanîbû. Dema em topbaran kirin, ciwanan ji tirsan re dest bi girî kir û xwestin vegerin warên xwe. Paşê topek li nêzî me ket, 4 sûrî hatin kuştin û 3 din jî birîndar bûn."

Abdullah got ku li baregeha ku lê dimînin cenazeyên deh kesên ji Sûriyê dîtine û 70 sûriyên din birîndar jî hene lê bi awayekî guncaw nayên dermankirin.

Abdullah di dawiya axaftina xwe ev tişt got:" Piştî destpêkirina şer me hewl dan fermandarên xwe agahdar bikin ku dixwazin vegerin Sûriyê, lê rê nedan me û gefa girtina demekek dirêj li me xwarin heke em tev li şer nebin.”

(eh)