Artêşa Îsraîlê li Qudis û Difa El-Xerbiyê operasyona serdegirtinê destpê kir

Artêşa Îsraîlê îro berbanga sibehê li herêmên Difa El-Xerbiyê û Qudisê operasyona serdegirtinê destpê kir û di encamê de şer di navbera artêşê û ciwanan de derket.

Artêşa Îsraîlê li Qudis û Difa El-Xerbiyê operasyona serdegirtinê destpê kir
1 cotmeh, 2020   09:23
XEZA

Çavkaniyên filistînî dane zanîn ku hêzên Îsraîlê girtinên rojane li dijî welatiyên Filistînê li herêmên cuda yên Difa El-Xerbiyê û Qudisê pêk tînin.

Nivîsgeha Ragihandina Dîlgirtiyên Filistînî ragihand ku hêzên Îsraîlê di encama operasyona serdegirtinê de 29 welatiyên Filistînê ku di nava wan de rojnamevanek jî hebû binçav kirin.

(oh)