Wezaretê Parastinê ya Ermenistanê: Li herêma Qerebaxê şer berdewam e

Îro Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku şer li herêma Qerebax(Artsax) berdewam e û hêzên parastina Qerebaxê hewldanên pêşketina hêzên Azerbeycanê têk birin.

Wezaretê Parastinê ya Ermenistanê: Li herêma Qerebaxê şer berdewam e
1 cotmeh, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Shushan Stepanyan li ser hesabê xwe yê Facebookê eşkere kir ku rewş li ser tevahiya eniyên şer di navbera Qerebax û Ezerbeycanê de nakok e û rewşa tektîkî û pratîk nehatiye guhertin. 

Shushan Stepanyan piştrast kir ku li hin herêman hîna jî topbaran berdewam e û hêzên girêdayî Qerebaxê hewldanên pêşveçûnê yên hêzên Azerbeycanê têk birin.

Ji Yekşema derbasbûyî ve li herêma Qerebaxê di navbera Ermenistanê û Azerbeycanê de şer berdewam e. Di encamê de bi sedan kes bûn qurban, di nav wan de sivîl jî hene.

 (eh)