SOHR: Çeteyekî ji Sûriyê li Azerbêcanê hate kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku yekemîn çeteyê ji Sûriyê yê girêdayî dewleta Tirk, li Azerbêcanê hat kuştin.

SOHR: Çeteyekî ji Sûriyê li Azerbêcanê hate kuştin
30 îlon, 2020   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR`ê hejmara çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk li Azerbêcanê gihaşt 320’an û ji aliyê şîrketên ewlekariyê yên dewleta Tirk de derbasî Azerbêcanê hatine kirin.

Çavkaniyên SOHR`ê diyar kir ku çeteyên sûrî yên ku gihaştine Azerbêcanê, piraniya wan ji pêkhateyên Tirkmen in û bi hinceta "doz neteweyî" çûne Azerbêcanê.

(oh)