Şêniyên Erîşe: Bi hevgirtinê em ê li dijî dewleta Tirk bi ser kevin

Şêniyên navçeya Erîşe li dijî dagirkeriyê meşiyan û diyar kirin ku yekitî û hevgirtina niştîmanî têrê dikin ku serkeftin li dijî dewleta Tirk û êrişkeran pêk were.

Şêniyên Erîşe: Bi hevgirtinê em ê li dijî dewleta Tirk bi ser kevin
Şêniyên Erîşe: Bi hevgirtinê em ê li dijî dewleta Tirk bi ser kevin
Şêniyên Erîşe: Bi hevgirtinê em ê li dijî dewleta Tirk bi ser kevin
Şêniyên Erîşe: Bi hevgirtinê em ê li dijî dewleta Tirk bi ser kevin
Şêniyên Erîşe: Bi hevgirtinê em ê li dijî dewleta Tirk bi ser kevin
Şêniyên Erîşe: Bi hevgirtinê em ê li dijî dewleta Tirk bi ser kevin
Şêniyên Erîşe: Bi hevgirtinê em ê li dijî dewleta Tirk bi ser kevin
Şêniyên Erîşe: Bi hevgirtinê em ê li dijî dewleta Tirk bi ser kevin
29 îlon, 2020   13:29
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Erîşe bi vexwendina Meclisa Navçeyê li ber avahiya meclisê kom bûn û li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle meşiyan.

Şêniyan pankartên bi nivîsên “Em dagirkeriyê tune dikin û nirxên şoreşa xwe diparêzin”, “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji guhertina demografîk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re”, wêneyên şehîdan hildan û sloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana zindanan berz kirin.

Meş li ber qada Şaredariyê bi dawî bû û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê rêveber ê Yekitiya Demokratîk (PYD) Rafet El-Dirîş axivî û berxwedana şehîdan silav kir û got: “Bi yekîtî û hevgirtinê serkeftin li dijî dewleta Tirk û êrişkerên din pêk tê.”

Paşê bi navê Meclisa Sivîl a Erîşe Nuhad El-Elî axivî û giyana berxwedanê silav kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya siyasetên xwe yên sûcdar hewl dide demografiya herêmê biguhere û şêniyên resen bide koçberkirin. Lewre divê gelê destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Her wiha endama rêveber a Kongreya Star a Erîşe Reca Salih axivî û got: “Bi giyana berxwedanê em ê heta rizgarkirina axa xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê, li ber xwe bidin.”

Di dawiya meşê de şêniyan sloganên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(şx)

ANHA