Meclisa Jinan li Reqayê panelek bi navnîşana “Koçberî û Penaberî” li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyê panelek bi navnîşana penaberî û koçberî orgenîze kir. Di panelê de pirsgirêkên penaberî û koçberiya bi darê zorê hatin destnîşankirin.

Meclisa Jinan li Reqayê panelek bi navnîşana “Koçberî û Penaberî” li dar xist
Meclisa Jinan li Reqayê panelek bi navnîşana “Koçberî û Penaberî” li dar xist
Meclisa Jinan li Reqayê panelek bi navnîşana “Koçberî û Penaberî” li dar xist
Meclisa Jinan li Reqayê panelek bi navnîşana “Koçberî û Penaberî” li dar xist
Meclisa Jinan li Reqayê panelek bi navnîşana “Koçberî û Penaberî” li dar xist
29 îlon, 2020   13:33
REQA

Meclisa Jinan a Sûriyê rêzepanelên cihereng ji jinên herêmê re li dar dixe. Îro meclisê panelek bi navnîşana “Penaberî û koçberî” bi tevlêbûna bi dehan karmendên jin ên saziyên siyasî, partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqaş û şaxê Idlibê li dar xist.

Di panelê de Endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Hîbe Mihemed axivî û behsa pirsgirêkên penbarî û koçberiyê kir û diyar kir ku ev mijar ji mijarên herî zêde ku rastî civaka navneteweyî tê. Ji ber ku di encama nakokî û şeran de penaber herî zêde rastî binpêkirinên mafên mirovan tên.

Hîbe di nav gotinên xwe de diyar kir ku li Tirkiyê hejmara herî zêde ya penaberan heye.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Sûda El-Kurdî rewşa jiyanî ya penaberan ji destpêka aloziya Sûriyê ve destnîşan kir û got: “Gelek jin di nava kampan de xwe bi rêxistin dikin û projeyên geşepêdanê dimeşînin.”

Deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin

Di dawiyê panelê de sînevisyonek girêdayî koçberiya gelê Sûriyê ji destpêka aloziyê ve, hate pêşandan.

(şx)

ANHA