Partî û blokên siyasî piştgirî da siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê

Partî û blokên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar û têkoşerên li Bakurê Kurdistanê red dikin û piştrst kir ku ev sûc bi hedefa qirkirina siyasî ne. Li aliyekî din jî der barê bersivdana li ser daxuyaniyên Welîd Muellîm de gotin Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ya sûrî ye.

Partî û blokên siyasî piştgirî da siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê
29 îlon, 2020   13:06
QAMIŞLO

Desthilata Tirk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hemleya girtinê li dijî siyasetmedaran dest pê kir. Ew hemle jî bi hedefa berdewama sûcên qirkirina siyasî yên AKP’ê ye. Di aliyekî din de jî wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Muellîm QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi hewldana parçekirina xaka Sûriyê dizîna xêr û bêrên wê tawanbar kir.

Der barê bersivdayîna wê û garantiya bi siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re partî û blokên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş li bajarê Qamişlo bi zimanên erebî û kurdî ji hêla sekreterê giştî ya Partiya Muhafezekaran Ekrem Mehşoş û serokê Partiya Kesk a Kurdistanê li avahiya Lêkolînên Stratejîk, da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rejîma Tirk li ser berdewama sûcên qirkirin û înkara bimetod li dijî gelê Bakurê Kurdistanê bê ferq û cudatiyê bi israr e. Ew jî bi hedefa muhasebekirina tevahî hêzên ku li dijî DAIŞ’ê tê koşî û li ber xwe da, pêk tê.

Ev rejîm hemleyeke bimetod pêk tîne, da ku girtinên bêserûber li dijî her kesê/a ku piştevanî û alîkariya Kobanê ya sembola berxwedanê ji tevahî cîhanê re kiriye, pêk bîne.

Ev sûc heman sûcên li Başûrê Kurdistanê bi rêya hedefgirtina gund û sivîlan bi hincetên derew pêk tên. Her wiha heman siyaset li Rojava jî pêk tên, ji qirkirin, guhartina demografî, qetilkirin û piştevaniya terorê.

‘EM MÎSOGER DIKIN EV SÛC QIRKIRINÊN SIYASÎ NE’

Em partiyên ku li ser vê daxuyaniyê îmze kiriye, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî siyasetmedar û têkoşerên li Bakurê Kurdistanê red dikin. Piştrast dikin ku ev sûc nûnertiya qirkirina siyasî ye û li ser sicila dewleta Tirk a tijî sûcên derqanûnî û derexlaqî zêde dibe.

Di heman demê de bang li tevahî saziyên hiqûqî û qanûnî yên cîhanê dikin ku bi erkên xwe der barê sûcên Tirkiyê rabin.

Ev reftar têkiliya xwe bi tevahî cîhanê re heye, ji ber her kesê/a ku li hember DAIŞ’ê li ber xwe da û tê koşiya tê cezakirin.

Lê girêdayî gotinên wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Muellîm ên li pêş Civata Giştî ya NY’yê di rastiyê de ev xîtab biyanî nehat. Lê israra di vê zihniyetê de Sûriyê xiste vê rewşê.

Di demekê de ku dive ked ji bo berjewendiyên sûrî bi pratîkî û eşkere bên dayîn, ev daxuyanî tên dayîn.

Divê rejîma Sûriyê nirxandina rola xwe di aloziya Sûriyê de vegerîne, jê jî zihniyet û zimanê ku Muellîm û hwd diaxivin.

‘REJÎMA SÛRIYÊ JI REWŞA SÛRIYÊ PIR DÛR E’

Em piştrast dikin ku rejîma Sûriyê hê jî dûrî rewşa Sûriyê ye û hê jî li rewşa Sûriyê bi têgeha xwe dinêre ku çareserî û aramiyê pêk nayne. Tewanên Muellîm tu girêdana wê bi rewşa heyî re tune ye. Lê belê tenê çavguhartina ji binketin û berpirsiyarên xwe re ye.

‘RÊVEBERIYA SÛRIYÊ NÛNERTIYA PROJEYA NÎŞTIMANÎ YA SÛRÎ DIKE’

Rêveberiya Xweser nûnertiya projeyeke nîştimanî ya sûrî û zemîna çareseriya demokratîk dike. Ew jî bi hewldana çareseriya giştî li Sûriyê ye. Hevgirtina gelek pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîrasa civakî ya Sûriya giştî ye. Em qebûl nakin ku tu aliyek zirarê bigihîne vê yekitî yan jî projeyê.

Em bang li rejîm û berpirsên wê dikin ku dev ji vî zimanî yê ku tenê aloziya Sûriyê girêktir dike, berdin. Ew ziman jî reva ji berpirsiyarî û erkên nîştimanî di radeya yekemîn de ye.

Em bang li tevahî hêzên xwedî baldariya li ser Sûriyê û yekitiya wê dikin ku bi cidî û berpirsiyartî ber bi lihevkirin û diyaloga sûrî-sûrî de bixebitin. Da ku aramî, lihevkirin û pêkanîna demokratî li Sûriyê pêk were û bikeve xizmeta Sûriyê û gelê wê."

Partî û blokên siyasî yên beşdarî daxuyaniyê bûne:

Desteya Hevkarî ya Nîştimanî-Tevgera Guhartina Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, El-Partî El-Demokratîk El-Kurdistanî-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyê, Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Partiya Guhartina Demokratî ya Kurdistanî, Partiya Nûjen a Kurdistanî, Tevgera Karkeran a Kurdistanî, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê, Partiya Kesk Kurdistanî, Partiya Wîfaq a Demokratî, Tevgera Islah-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (El-Partî), Partiya Teaxî ya Kurdistanî, Partiya Roj a Demokratî ya Kurdî li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava û TEV-DEM.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iU09fJCiDn0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>