Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk meşiyan. Enwer Muslim di çalakiya ku Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a li kantona Hesekê de got “Ji erka warê perwerdeyê ye ku asta têkoşînê mezin bike da ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.”

Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Li Hesekê mamoste li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan
29 îlon, 2020   12:50
HESEKÊ

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Bi sedan mamoste li pêşiya Parka Apo ya li taxa Nasre ya bajêr kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) hildan. Mamosteyan sloganên silavkirina rêber Abdullah Ocalan, şermezarkirina tecrîdê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê berz kirin.

Meş li ber avahiya Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim axivî û got: “Dewleta Tirk dixwaze herêmên din ji axa Sûriyê dagir bike. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mînaka herî berbiçav e.“

Muslim di nav axaftina xwe de destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan xwedî armancên demokratîk û çandina hezkirinê di Rojhilata Navîn de ye, ji ber wê ji erka warê perwerdeyê ye ku asta têkoşînê mezin bike da ku tecrîd bi dawî bibe.

Her wiha Muslim pêwîstiya hevgirtina pêkhateyên herêmê li hemberî dewleta Tirk a dagirker ji parastina destkeftiyên şoreşê destnîşan kir.

Di dawiya axaftina xwe de Muslim destpêkirina sala xwendinê ya nû pîroz kir û got: “Divê em giyana demokratîk û jiyana hevpar di nav nifşand de biçînin û ji kîn û nefretê dûr kevin.”

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Dibistanan Jînda Ehmê jî got: “Armanca me piştgiriya berxwedana Hêzên Parastina Gel e. ji destpêka şoreşa Rojava ve, dewleta Tirk êrişî herêmên me dike da ku destkefiyên ku me bi dest xistine têk bibe.”

Jînda di dawiyê de got: “Bi fikrên rêber Abdullah Ocalan û bi saya fedakariyên şehîdan em gihaştin vê astê. Em ê li hemberî dewleta Tirk li ber xwe bidin û dê berxwedana me bidome.”

Meş bi berzkirina sloganên silavkirina rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(şx)

ANHA