​​​​​​​The Timesê îdia kir ku Washington Incirlikê vediguhêze Girîtê

Rojnameya Brîtanî "The Times" eşkere kir ku Washington plan dike ku amûrên xwe yên leşkerî ji baregeha xwe ya sereke li Tirkiyê veguhêze girava Girîtê ya Yewnanistanê, da ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji ber kiryarên wî yên dawî "ceza" bike.

​​​​​​​The Timesê îdia kir ku Washington Incirlikê vediguhêze Girîtê
28 îlon, 2020   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameyê, Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Mike Pompeo dê di serdana xwe ya vê hefteyê de ji Yewnanîstan pêşnûmeya veguhastina amûrên sereke yên şer ên Amerîkayê, ji baregeha Hewayî ya Incirlik li Tirkiyê, bo girava Girîtê ya Yewnanistanê binirxîne ku Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê dixwaze hêza xwe ya leşkerî li rojhilatê Deryaya Navîn xurt bike.

Li gorî "The Times", serdana Pompeo ya Yewnanîstanê wekî nîşanek bêsebiriya Dewletên Yekbûyî li hember provakasyonên dubare yên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, bi taybetî israra wî di kirîna sîstemên dijî-balafirên S-400 yên Rûsî de ye.