Erebistana Siûdî şaneyeke "Terorîst" girt

Saziya Ewlehiyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku şaneyeke "terorîst" girtin ku li baregehên leşkerî yên Pasedarên Îranê hatine perwerdekirin.

Erebistana Siûdî şaneyeke "Terorîst" girt
28 îlon, 2020   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdî (WAS) li ser zimanê berdevkê ewlehiya dewleta Erebistana Siûdî ragihand, "Şaneyeke terorîst ku endamên wê li baregehên pasedarên Îranê perwerdeyên leşkerî û meydanî dîtine, girtin."

Berdevk got ku di du baregehên şaneyê de rêjeyek çek û madeyên teqemeniyê hebûn, hatin desteserkirin.

Li gorî berdevkê Erebistana Siûdî, şane ji 10 kesan pêk dihat, ji wan 3 li Îranê perwerde dîtine.