Rojnameyên erebî: Li bejahiyên Şamê nakokî û di navbera Fransa û Tirkiyê de rageşî zêde dibe

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa li bejahiyên Şamê, nakokiya fransî-tirkî û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Li bejahiyên Şamê nakokî û di navbera Fransa û Tirkiyê de rageşî zêde dibe
26 îlon, 2020   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET:  PIŞTÎ ŞEWISTANDINA WÊNEYÊN ESED BAJAROKÊ KENAKIR Ê NÊZ ŞAMÊ HAT DORPÊÇKIRIN

Girêdayî mijarê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Piştî girtina 3 jin û zarokekê di 22’yê vê mehê de li bajarokê Kenakir ê bejahiyên rojavayê Şamê, xwepêşandan li dar ket û tê de wêneyên serok Beşar Esed hat şewitandin. Bi wê re jî hêzên hikumetê bajarok dorpêç kir."

Çavkaniyên ji bejahiyên Şamê duh ji Şerq El-Ewset re wiha got: "Gelek ji rûspiyên bajarok hewl didin bi hêzên rejîmê re lihevkirinê bikin ku dorpêçê bişkînin. Her wiha hêzên rejîmê beriya 4 rojan qedexe kir ku madeyên bingehîn, xwarin û derman derbasî bajarokê Kenakir bibe. Piştî xwepêşandêran rêya Kenakir bi şewitandina tekerên erebe û şewitandina wêneyên Beşar Esed girtin, hêzên rejîmê ketin û derketina ji bajarok ji bilî karmendên hikumet û xwendekaran qedexe kir."

Çavkaniyan wiha domand: "Piştî girtina piranî dikanan ku kel û pel tune ye, nexasim sebze, xwarin û nan, bajarok di rewşeke krêt a jiyanî re derbas dibe. Lê hêzên rejîmê şert danî ku ji bo rakirina dorpêçê divê ciwanên ku rê girtine, wêneyên Beşar Esed şewitandine û gule di dema jevkirina xwepêşandanê de avêtine hêzên ewlehiyê, xwe radest bikin."

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî daxuyand ku hêzên rejîmê gelek ciwanên bigûman ku beşdarî xwepêşandanan bûne girtine, her wiha xwesteka şêniyan a serbestberdana wan û jinan red kir.

Beriya 4 rojan bi daxwaza serbestberdana 3 jin û zarokekê li ser benda kontrolê ya hêzên rejîm xwepêşandan li Kenakir li dar ket. Bi wê re jî hêzên rejîmê xwepêşandan ji hev kir, gule avêt xwepêşandêran û hin ji wan girtin. Xwepêşandêran jî bersivê bi guleavêtin da, di encamê de efserek û 2 endamên hêzên rejîmê birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji ber girtina hêzên ewlehiyê yên rejîmê ya girtina 3 jinan bi sedemên nenas, ciwanan di 21’ê Îlonê de li Kenakir  wêneyê mezin ê Esed danî û şewıtandin.

SOHR’ê da zanîn ku li bajarok nakokî tevî belavbûna çekdarên herêmê ji şêniyên Kenakir li ser rêyên sereke, heye. Her wiha çekdarên nenas di 22’yê vê mehê de serokê navendeke ewlehiya leşkerî li bajarokê Quneytera ku ji bajarê Banyas e hedef girt. Her wiha di dema serokê navendê di ser otostrada Selem a li nêzî Kenakir a li Xota Xerbiyê ya li bejahiya Şamê re derbas dibû hat hedefgirtin.

Li gorî SOHR’ê, serokê navendê yekser hat hedefgirtin û di encamê de birîndar bû û endamê pê re hate kuştin.

EL-EREB: DIJMINAHIYA DEWLETA TIRK DIHÊLE FRANSA TÊKILIYA XWE BI ÎTALYAYÊ RE XURT BIKE

Têkildarî rageşiya di navbera Fransa û Tirkiyê de, rojnameya El-Ereb ev nivîsand :"Di encama dijminahiya Enqereyê ya dan û standina bi dozen li dewletên li ser Deryaya Spî de, têkiliyên fransî-tirkî yên tevahî sînaryoyên siyasî û dîplomasî bi şerekî vekirî re ne. Lê ev şer li gorî hin çavdêran nagihîne asta şerê leşkerî, ji ber her du vê yekê naxwazin."

Di navbera serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan de di çend hefteyên borî de li ser rojhilatê Deryaya Spî nakokiyên tund derketin pêş.

EL-EXBAR: EDÎB TU HIKUMETEKÊ AVA NAKE...GELO DÊ ÎRO LÊBORÎNÊ BIXWAZE?

Der barê Lubnanê de rojnameya El-Exbar wiha nivîsî: "Serokê hikumetê yê Lubnanê yê erkdarkirî Mistefa Edîb di xelekeke vala re digere, ne Parîs ne jî Beyrûtê karîn ew îqna bikira ku ferzkirina hikumetê rasteqîniyek e. Her wiha ew jî nikare bêyî şewqa kesk ji wan de lêborînê bixwaze. Tu encam ji hevpeyvînên Edîb ên sibehê û êvarê yên duh derneketin, gelo dê ev yek bihêle îro lêborînê bixwaze?

(fr)