Li Ukraynyayê balafireke leşkerî ket xwarê, 22 kes mirin

Balafireke leşkerî ya Ukraynyayê duh dema hewl dida li balafirgeha bakurê rojhilatê Ukraniyayê  Kharkiv dakeve, ket xwarê û di encamê de herî kêm 22 kes mirin.

Li Ukraynyayê balafireke leşkerî ket xwarê, 22 kes mirin
26 îlon, 2020   06:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên asmanî yên Ukraynyayê diyar kir ku dema balafira leşkerî ya veguhastinê hewl dida li balafirgeha Ukraniyayê dakeve rûxiya û di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tora Erebî Net ku agahiyên xwe spart malpera Zaxid. Net El-Exbarî ya Ukraniyayê diyar kir ku balafira hatiye ruxandin, di salên 70`yî de kete xizmetê û ji cureya rûsî a AN-26`ê. Di balafirê de, 28 kes hebûn ji wan xwendekarên Zanîngeha Kharkiv a asmanî û hin jî pîlotên leşkerî bûn û tîmek ji 5 kesan bûn.

 (eh)