'Lihevkirina ku Sirte bibe herêma bêçek garantî ye'

Nivîskar û rojnamevanê Misirê Ehmed Îbrahîm Amir got: "Lihevkirina ku Sirte bibe herêma bêçek, ji bo her kesê garantî ye, ku dê tu alî performans û biryarên desteya rêveber serdest neke, ya ku tê çaverêkirin meha bê were ragihandin."

'Lihevkirina ku Sirte bibe herêma bêçek garantî ye'
25 îlon, 2020   14:59
QAHÎRA –EMANÎ EZAM

Dezgehên ragihandina erebî behsa lihevekirine pêşîn di navbera Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter û hikumeta Wîfaqê ya li Terablusê de kir, ku Sirtê bibe herêma kesek a bêçek û hemû aliyên bi nakok ji derdora wê vekişin.

Ev lihevkirin, piştî hevdîtinên Hefter û serokê parlamtoya Lîbyaê Eqîla Salih bi serokkomarê Misirê Ebdulfetahî El-Sîsî re pêk hat. El-Sîsî careke ragihand ku Sirte û Cefrayê ji bo Misirê xetên sor in.

Eqîla Salih jî ragihand ku Sirte dê bibe navenda hikumeta demkî ya ku dê li gorî lihevkirina siyasî were avakirin û destnîşan kir her herêmeke lîbyayî dê bi navê nûnerê wî di Meclisa Serokatiyê de were binavkirin û nabe serokê meclisê û serokê hikumetê li herêmê yek be.

Girêdayî mijarê alîkarê edîtorê rojnameya Ahram a Misirê nivîskar û rojnamevanê Misirê Ehmed Îbrahîm Amir diyar kir ku gotina serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ku Sirte û Cefrayê xetên sor in, ji aliyekê de tê wateya agirbestê û ji aliyekî din de, tê wateya diyarkirina nuqteyên geografî ku behsa ewlehiya netewî ya Misirê dike. Her wiha destnîşan kir ku El-Sîsî zelal bû dema got ku Misirê wê nehêle ev xeta leşkerî were derbaskirin.

Amir da zanîn ku her nûçeyek têkildarî lihevkirina siyasî di navbera partiyên Lîbî de ku herêma Sirte bibe baregeha xebatê Meclisa Serokatî ya nû û hikûmeta yekgirtî ya pêşerojê - dema ku guftûgoyên siyasî bigihîjin damezirandina wê, lihevkirineke ewlehiyê û wiha domand: "Ev lihevkirin  ji bo aramiya ewlehiya mayînde ya herêma petrolê  ya di navbera rojhilat û rojava Lîbyayê de ye , nemaze ji ber ku mijara Lîbyayê bûye rojeveke sereke ya herêmî û navneteweyî û di nav de aliyên navneteweyî hene, ku her yek ji wan xwedî nêrîneke."

Rojnamevanê Misirê destîşan kir ku lihevkirina cîgirê serokê Mecisa Serokatî ya hikumeta Wîfaqê Ehmed Miêtîq û Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê ya jinûve derxistina berhemê petrolê, civîna di navbera mûhafizkarê banka Lîbyayê ya navendî ya Terablusê û muhafizkarê banka Lîbyayê ya navnedî ya Beyda ya de ya bi beşdarbûna sefîrê Amerîkayê yê li Lîbyayê ku hin xalên lihevkirina fonan û hevkariya diravî di navbera herdu aliyan bi garantiya Amerîkayê encam da, hemû nîşane piştrast dikin ku Siret avahiya xebata rêveber a pêvajoya demkî ya nû ye, ji ber wê divê lihevkirin û sazkirinên ewlehî hebe ku herdu alî beşdarî ewlehiyê bibin.

Nivîskar û rojnamevanê Misirî destnîşan kir ku lihevkirina girêdayî herêma Sirte ku bibe herêma bêçek anku di bin kontrola dezgehên ewlehiyê ya hevbeş de be, ji bo her kesî garantî ye ku dê tu alî li ser performans û biryarên desteya rêveber serdest nebe, ya ku tê çaverêkirin meha bê were ragihandin.

ANHA