Rojnameyên Erebî: Erdogan zilamê Tirkiyê yê nexweş e û bedbinî vedigere aloziya Lîbyayê

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa hundirîn a Tirkiyê, rewşa Iraqê û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên Erebî: Erdogan zilamê Tirkiyê yê nexweş e û bedbinî vedigere aloziya Lîbyayê
25 îlon, 2020   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

UKAZ: ZILAMÊ ENQEREYÊ YÊ NEXWEŞ Û PSÎKOPAT

Rojnameyên erebî vê sibehê gelek mijar nirxandin, a herî balkêş jî girêdayî kesayeta serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan e.

Di vî warî de rojnameya Ukaz a Erebistana Siûdî wiha nivisî: "Veguherîn û aloziyên bilez ên ku li ser qada Tirkiyê ji derbeya 2016`an ve rû didin, îşaret bi derketina guhertinên psîkolojîk ên xeternak di kesayeta serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan de dikin. Êdî bi awayekî zelal balkêş bûne, bi taybet bi zêdebûna asta daxuyaniyên Erdogan ên li dijî dewletên mezin, serok û rayedarên wan. Di van daxuyaniyan de zimanê gefxwarinê bi awayekî hovane û berberî ku tu têkiliya wan bi protokol û pîvanên dîplomasyê re tune ye, bi kar tîne.

Gelek pirs girêdayî asta bandora aloziyên li du hev ên ku pergala Tirkiyê tê re derbas bûne, li ser reftariya wî ya hişî û derûnî derdikevin pêş. Di dema serokatiya wî de guhertinên xeternak li ser tevahiya astan çêbûn, nîşaneyên demokrasiyê û mafên mirovan û azadiya ray kêm bûn û nîşaneyên fesadî, çewisandin, dîktatorî û zordestî zêde bûn.

Her wiha zimanê ku Erdogan gelê Tirkiyê muxatab girtiye, nakokiyên nîjadî, olî û çînî sor kirin. Êdî Erdogan bi rêya wan daxuyaniyan ji xwe bawer kir ku dê serfiraziyên Împaratoriya Osmanî vegerîne, êdî bûye leheng û lîderekî efsanaweî ruxmî ku gelek derewan li gelê xwe dike.

Ev bandorên psîkolojîk ên ku di kesayeta Erdogan de çêbûne, bandor li siyasetên wî yên birêvebirina dewleta Tirk a ku ji rêya xwe derket û di rêyeke radîkal a tundraw de dimeşe. Erdogan dem demê şantaja Yekitiya Ewropayê dike û gefa veguhastina derdora 4 milyon penaberên Sûriyê ji Ewropayê re lê dixwe. Bi taybet li gel rexneyên li dijî destwerdana wê li bakurê Sûriyê ku YE`yê ew bi dagirkirinê wesifand. Beriya wê jî dewleta Tirk piştî ku YE`yê ji bo cemidandina tevlêbûna Tirkiyê ji YE`yê re sala 2016`an, sînorên xwe ji penaberan re vekirin.

Di doza keşîşê Amerîkayê Andrew Bronson de yê ku li Tirkiyê sala 2016`an li ser tawanên girêdayî terorê hatiye girtin, Erdogan hewl da li pêşiya DYA`yê bisekine û gefa ferzkirina cezayan lê xwar. Piştî ku DYA`yê ceza li ser du wezîrên Tirk ferz kir, Erdogan bersiv da û mîna wan cezayan li milkên wezîrên hundirîn û dadê yên Amerîkayê li Tirkiyê ferz kir. Piştî çend rojan piştî asta rastiya wan gefan nas kir, bi paş de vekişî û keşîş Andrew Bronson bê şert berda. Heman tişt di Kanûna sala borî de dubare kir. Erdogan ragihand ku welatê wî dê cezayan li dijî DYA`yê ferz bike heke DYA girtekan li djî welatê wî bigire, piştî ku pergala parastinê ya Rûsyayê S-400 kirî. Beriya wan daxuyaniyan bi demeke kurt, Erdogan ragihand ku ew hevdîtina bi cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence û wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo yên ku serdana Enqereyê kirin da ku êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Sûriyê gotûbêj bikin, red dike. Wê demê got ez ê tenê bi Trump re biaxivim, heke were. Lê Erdogan piştî gefên Trump ku dê cezayan li Tirkiyê ferz bike, heke Erdogan bi Pence û Pompeo re nekeve diyalogê, bi lez ji daxuyaniyên xwe bi paş de vekişî.”

EL-EREB: FEYAD BI TERIKANDINA SIQÛR HEŞDÎ ŞABÎ BAWERIYÊ DIDE KAZIMΠ

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb ev yek nivîsand: "Serokê Heşdî Şabî Falih Feyad du serokên mezin ên di hêza ku bi rê ve dibe de û bi girêdana xwe ya ji Îranê re tên naskirin ku ew jî Hamid El-Cezaîrî û Wead El-Qido ne, ji erkê bi dûr xistin û bi vê yekê derbe li serweriya milîsên Iraqê yên girêdayî Tehranê da."

Feyad bi vê gavê parastina tekane ya kursiya xwe ya mayî dike, ji ber ku serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî beriya niha ew ji du erkên mezin bi dûr xist.

Çavdêr dibêjin ku Feyad hewl dide veguhartina hikumî û siyasî li dijî serweriyên girêdayî Îranê bi kar bîne û ji bo vê yekê du kesên xwedî nav ên di nava Heşdî Şabî de dike qurbanî.”

El-EXBAR: EDÎB XWEŞBÎNIYA HIKUMETÊ TÊK DIBE

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Exbar ev yek nivîsand: "Hevdîtina Mistefa Edîb bi her du hevalbendan re encamên baş nedan û li şûna pirsgirêka wezareta darayî çareser bike hîn kûrtir kir û dûrbûn berdewam e. Helwesta Erebistana Siûdî ya duh bi heman naverokê û dema helwesta Amerîkayê hat, Hizbullah berjewendiyên gelê Lubnanê lawaz dike û li fêmkirina van helwestan li hundir digere, pêdivî bi bersiva Sead El-Herîrî heye ku di navbera vegera li serokatiya hikumetê û li razîkirina Siûdiyê digere maye, lê ne diyar e ku ew ê were."

Rojnameyê di berdewamê de ev yek nivîsand: "Ji bo avakirinê beriya niha kesayeteke wiha zeîf nehatiye erkdarkirin, Mistefa Edîb zêde ne xwedî taybetmendiyên serokan e, yên wî tev digerînin gelek in, îdîaya tiştên ku ne milkê wî ye nake, ji vê yekê fedî nake, beyî ku li Sead El-Herîrî û fransiyan vegere gotinê nade tu kesî."

Heta ku fransî û Herîrî der barê ku wezîrê darayî şîi de be erê bikin jî, piştî hevdîtina bi her du hevalan re însiyatîfê di wateya xwe ya pratîkî de cih negirt û bi redkirina wergirtina lîsteya deh navên ku dê ji nav wan wezîrê darayî were hilbijartin bi dawî bû, vê yekê jî ji mêvanan re tengazî çêkir û diviya ev beşek ji peymana bi fransiyan bûye ji ber wan ev hevdîtin tevger kir û Edîb agahdar kir û ji bo girîngiya diyarkirina dema hevdîtinê agahî da her du hevalbendan.”

(şx-eh)