Pompeo Tirkiyê ji dan û standina bi şerîketên peywendiyan ên Çînê re hişyar kir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo acizbûna xwe ji Tirkiyê ji bo dan û standina bi şerîketên peywendiyan ên Çînê re, nîşan da ku dibe bandorê li agahiyên ewlehiyê yên girêdayî artêşa Amerîkayê li wir bike.

Pompeo Tirkiyê ji dan û standina bi şerîketên peywendiyan ên Çînê re hişyar kir
23 îlon, 2020   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN    

Mike Pompeo ji rojnameya Washington Examiner a Amerîkî re wiha got: "Dibe ku dan û standina zêde ya Tirkiyê bi şerîketa Huawei û şerîketên din ên Çînê re, hevkariya leşkerî ya Amerîkayê û hevalbendê sereke yê NATO`yê asteng bike."

Pompeo bi bîr xist ku gelek agahiyên ewlehiyê niha li Tirkiyê hene û got: "Ev tê wateya ku ew di destê Partiya Komînîst a Çînê de ne. Ji lewra divê em ji berê bêhtir baldar bin."

Her du şerîketên Huawei û ZTE di salên dawî de wekî şerîketên peywendiyê yên bi hêz li Tirkiyê derketin pêş. Pompeo hevalbendên din ên NATO`yê hişyar kiribû ku şerîketên bi vî rengî dibe ku Amerîkayê neçarî vekişînê bike.

Pompeo wiha domand: "Ji ber belavbûna wan li Tirkiyê, gef li ewlehiya Sîbîriyayê xwar, nexasim ku têkiliyên leşkerî yên Amerîka-Tirkiyê ji ber nakokiyên siyasî yên derve yên her du welatan, di rewşeke xerab de ne."