Sibê li Urdinê civînek ji bo gotûbêjkirina aştiyê li dar dikeve

Sibe pêncşemê ji bo nirxandina rêbazên piştgiriya xebatên aştiyane li Rojhilata Navîn, wê civînek serokwezîrên dewletên Ereban û Ewropayê li Urdinê li dar bikeve.

Sibê li Urdinê civînek ji bo gotûbêjkirina aştiyê li dar dikeve
23 îlon, 2020   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Urdunê bi daxuyaniyekê eskere kir ku dê wezîrên karê derve yê Urdunê, Misir, Fransa, Almanya û nûnerên Yekitiya Ewropayê (YE) sibe bicivin da ku pêkanîna aştiyeke mayinde li herêmê gotûbêj bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku beriya vê civînê bi heman armancî du civîn hatin lidarketin yek li Munichê di Sibata borî de û ya din di Tîrmehê de.

Tê zanîn ku di 15`ê Îlonê de Îmarat û Îsraîlê peymaneke dîrokî li Koşka Spî, bi beşdariya Serokê Amerîkayê Donald Trump û derdora hezar kesayetên ji welatên cuda yên cîhanê, îmze kiribû.

 (eh)