Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandina sebzeyên payîz û zivistanê dest pê kir

Cotkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çandina sebzeyên payîz û zivistanê kir, da ku pêdiviyên sûkên herêmê peyda bikin û rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandina sebzeyên payîz û zivistanê dest pê kir
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandina sebzeyên payîz û zivistanê dest pê kir
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandina sebzeyên payîz û zivistanê dest pê kir
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandina sebzeyên payîz û zivistanê dest pê kir
22 îlon, 2020   10:11
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî mewsimê, sebzeyên bihar, havîn û payîzê diçînin, da ku hilberînên xwe daxin nav sûkên herêmê. Ev yek rolekê di kêmkirina lêçûna anîna sebzeyan ji derve de dilîze û cureyên cuda yên sebzeyan ji welatiyan bi buhayên guncaw peyda dike.

Di meha Îlonê de cotkar dest bi çandina sebzeyên payîz û zivistanê dikin. Navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi çandina sebzeyan tê naskirin. Ev çandinî di salên derbasbûyî de, ji ber teşwîqkirina Rêveberiya Xweser a cotkaran, bi awayekî balkêş bi pêş ket.

Li gorî cotkaran zêdetirî 5 hezar donim li navçeya Tirbespiyê bi sebzeyan hatin çandin.

Abdulezîz Hec Bedran cotkarekî ji bajarokê Hilwe yê naveçya Tirbespiyê ye û destnîşan dike ku wan dest bi çandina sebzeyên payîzê mîna silk, çelemê şekir, spenaq, tivır, gizêr, xes û kelemî kiriye da ku hilberînê daxin nav sûkan.

Hec Bedran diyar kir ku ji ber bihabûna semad û dermanan, ew zehmetiyan dikişînin û nikarin rûberên çandiniyê fireh bikin.

Hec Bedran bang li saziyên têkildarî çandiniyê kir ku alîkariya wan bikin û pêdiviyên pêwîst ji bo çandiniyê bi buhayên guncaw peyda bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Desteya Aborî û Çandiniyê piştrast kiribû ku ew li gorî rêzgeha berhema herêmî û xwetêrkirina peydakirina pêdiviyan de piştgiriya projeyên çandiniyê dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M1n1QaXA0OM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>