Filistînê dev ji serokatiya Komkara Erebî ber da

Wezîrê karên derve yê Filistînê Riyad El-Malikî ragihand ku Filistînê dev ji mafê xwe yê birêvebirina Komkara Erebî di dewreya xwe ya niha de berdide, piştî ku dewletên Ereban têkilî bi Îsraîlê re ava kir.

Filistînê dev ji serokatiya Komkara Erebî ber da
22 îlon, 2020   10:21
XEZA

Wezîrê karên derve yê Filistînê Riyad El-Malikî di civîneke çapemeniyê de got: “Filistînê biryar da ku dev ji mafê xwe yê birêvebirina meclisa Komkara Erebî (Camîa Erebiye) di dewreya niha de berdide, piştî ku gelek dewletên Ereban têkilî bi Îsraîlê re ava kirin.”

El-Malikî wiha domand: “Filistîn endameke Komkara Erebî ye, ji bo xurtkirina rola wê xebitî. Ew dev ji kursiya xwe di Komkarê de bernade, ji ber ku ev yek dê valahiyê çêke û dê senaryoyên cuda di vê pêvajoya hesas de biafirîne.”

Di civîna dawîn a wezîrên derve yên dewletên Ereban de, Komkara Erebî peymana Îmarat û Îsraîlê şermezar nekir.

(şx)