DYA'yê biryara ambargoyê ji bo Wezîrê Parastinê yê Îranê derxist

Wezîrê Karûbarên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo, aşkere kir ku wan der barê Wezareta Parastinê ya Îranê de biryara ambargoyê standiye. 

DYA'yê biryara ambargoyê ji bo Wezîrê Parastinê yê Îranê derxist
21 îlon, 2020   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karûbarên Derve yê DYA’yê Mike Pompeo, daxuyand ku wan der barê Wezareta Parastinê ya Îranê de biryara ambargoyê girtiye. Her weha Pompeo, aşkere kir ku ew ê biryarên ambargoyê yên nû der barê Serokdewletê Venezuellayê Nicolas Maduro de bisepînin.