Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû

Kongreya duyemîn a Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryaran bi dawî bû.

Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû
21 îlon, 2020   17:43
QAMIŞLO

Kongreya duyemîn  a Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi diruşmeya "Aboriya jin, jin çavkaniya civakê ye" dest pê kir. 80 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên saziyên sivîl ên Qamişloyê tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de senevîzyoneke li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî tevgera jinan û rola jin di aboriyê de hate pêşandan. Her wiha belgefîlmeke li ser xebata jin di aborî û çandinî de hate pêşandan.

Her wiha rapora 2 salan hatin xwendin. Beşdaran rapor, rewşa rêxistinî nirxandin û plansaziya karê xwe danî. Ji pêşniyarên ku derketin pêş, kargeheke kîsan û parekek taybet ji bo jinan li Kobanê were vekirin, ji bo Dêrazorê jî pêşniyar hate kirin ku dewreyên hemşîretî û computer werin vekirin. Ji bo jinên Efrînê jî hate gotin ku aboriya jin li wir lewaz e, divê rola wê were pêşxistin û kargeheke savarê were vekirin.

Piştre endamên rêveber ên aboriya jinan hatin hilbijartin. Endamên hatin hilbijartin sûnd xwarin ku dê xebatê bi rêk û pêk bi cih bînin.

Kongre bi xwendina plansaziya aboriya jinan ji aliyê endama Rêveber a Kongreya Star Mîdiya Serxwebûn ve hate xwendin, plansaziya ku ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin ev in:

-Akademiya aboriya jinan were vekirin.

-Kargeheke kilînesan were vekirin.

-Dewreyên perwerdeyê yên aborî werin vekirin.

-Projeyên çandiniya avî were pêşxistin.

-Li 100 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koperatîfên sewaldariyê yên biçûk werin vekirin.

-Ajansa pêşxistin û lêkolîna aboriya jinan were vekirin.

ANHA