'Lidarxistina mîhrîcanê di vê demê de bi xwe serkeftinek e'

Rêveberên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku lidarxistina Mihrîcana Lêlûnê a Sînemayê ya Navneteweyî li gel mercên zehmet ku şêniyên kantona Efrînê dikişînin bi serê xwe berxwedanek e.

'Lidarxistina mîhrîcanê di vê demê de bi xwe serkeftinek e'
21 îlon, 2020   15:55
ŞEHBA – CAFER CAFO

 

Şandeyek ji rêveberên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şopandina Mihrîcana Lêlûnê a Sînemayê ya Navneteweyî gihîşt Şehbayê.

Têkildarî girîngiya vê mîhrîcanê li herêma Efrînê, hejmarek rêveberên Desteya Çand û Hunerê ji ANHA'yê re axivîn û diyar kirin ku lidarxistina mîhrîcanê di rewşeke zehmet de ku şêniyên Efrînê tê re derbas dibin bi tenê serê xwe berxwedanek û girêdana şêniyên Efrînê ya bi çanda xwe ve nîşan dide.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyşe Receb got: "Kantona Şehba warê berxwedan û têkoşînê ye, berxwedana 58 rojan ya şêniyên Efrînê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta vê kêliyê li kantona Şehbayê berdewam dike."

Eyes Recep têkildarî hatina wan a ji bo Şehbayê diyar kir ku ew ji bo piştgiriya berxwendana şêniyên Efrînê hatine û wiha domand: "Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê tevî mercên zehmet ên koçberiyê kedeke mezin ji bo lidarxistina mîhrîcanê daye. Ev girêdana şêniyên Efrînê bi çand û xaka wan ve ji cîhanê re îsbat dike û dide diyarkirin ku berxwedana wan bi dawî nebûyê, wê heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran berdewam bike."

Eyşe diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin bi hemû rêbazan çanda şêniyên BAkur û Rojhilatê Sûriyê îmha bikin û got: " Em ê ji tevahî cîhanê re çanda şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuya bikin, em ê hizra mîhrîcana Lêlûn a Sînameya Navneteweyî  berdewam bikin.”

Cîgira hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Dijwar got: "Şêniyên Efrînê ji cîhanê re îsbat kirin ku mayîna wan a li kantona Şehbayê mîsogeriya vegera wan a li warê wan û rizgarkirina xaka xwe ji hêzên dagirker ye. Tevî mercên koçberiyê û azarên di kampan de lîdarxistina mîhrîcana navneteweyî cihê teqdîr, rêzgirtin û şehnaziyê ye."

Her wiha destnîşan kir ku mîhrîcana Lêlûn û beriya wê ya Mîtan bala cîhanê kişand û girêdana şêniyên Efrîn û çanda wê bi xaka xwe ve îsbat dike.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/dHevjA3g8Fo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>