Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn bi dawî bûn

Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Lêlûn a Navneteweyê ya Sînama amadekariyên mîhrîcanê bi dawî kirin, mîhrîcan dê sibe dest bi pêşandana fîlman bike.

Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn bi dawî bûn
Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn bi dawî bûn
Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn bi dawî bûn
Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn bi dawî bûn
21 îlon, 2020   14:25
ŞEHBA – CAFER CAFO – FÎRAS ÎBRAHÎM

Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Lêlûn a Navnetewî ya Sînameyê xebatên hilbijartin û wergerandina fîlman bi dawî kirin û dika mîhrîcanê ku dê li kampên Berxwedan û Serdemê were lidarxistin hazir kir. Her wiha komîteyê amûrên ronîkirin û dengê danîn û wêne û sembolên mîhrîcanê li qadên giştî û rêyan û cihê mîhrîcanê daliqandin.

Girêdayî mijarê, endamê komîteya amadekar Mesûrd Kerad got ku di saetên bê de wê navenda mîhrîcanê li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê were vekirin.

Derbarê zehmetiyan de Kerad diyar ku zehmetiyên ku têne kişandin, belavbûna vîursa koronayê, amargoya li ser kantona Şehbayê ji alyiê hikumeta Şamê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ve ku rê li ber hatina sînamegeriyên ji dewletên ewropî, erebî û parêzgehên din ên Sûriyê girt.

Kerad destnîşan kir ku Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê ji bo şopandina mîhrîcanê gihaşt Şehbayê.

Dê ji sibe de pêşandana fîlman dest pê bike.

ANHA