Çeteyên dewleta Tirk êrişên xwe li ser bakurê Laziqiyê zêde kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser bakurê Laziqiyê û başûrê Idlibê zêde kirin û hêzên hikumeta Şamê jî çiyayê Tirkman û çiyayê El-Zawiyê yên Idlibê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk êrişên xwe li ser bakurê Laziqiyê zêde kirin
21 îlon, 2020   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên hikumeta Şamê baregeha çeteyan li eniya gundê Eyn Îsa yê çiyayê Tirkman li bakurê Laziqiyê, bajarokê Kensefra, gundê Bilyûn û El-Mûzre û derdora Ehsem li herêma çiyayê El-Zawiyê li başûrê parêzgeha Idlibê bi çekên giran hedef girtin.

Li aliyekî din di berbanga vê sibehê de çeteyan leşkerekî hikumeta Şamê li eniya gundê Bala yê gundewarê rojavayê Helebê kuşt.

(oh)

ANHA