Li rojavayê Dirbêsiyê dewriyeya Rûsya û dewleta Tirk

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk a dagirker li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş pêk anî.

Li rojavayê Dirbêsiyê dewriyeya Rûsya û dewleta Tirk
21 îlon, 2020   08:46
HESEKÊ

Vê sibê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk dewriyeyeke hevbeş pêk anî. Dewriye ji gundê Şêrikê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Kesra yê navçeya Zirganê û gundên Eradê, Îbrahîmiyê, Hilêwa ve çû û paşê vegeriya nuqteya destpêkê.

Dewriye ji 4 panzêrên Rûsya û dewleta Tirk û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/68y1WT4XWRA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>