​​​​​​​Ciwanên Êzidî berxwedana Heftanînê silav kir

Ciwanên Mala Êzidiyan dan zanîn ku êrişên li ser Heftanînê berdewamiya êrişên li ser Şengal û Bakurê Sûriyê ne û gotin, berxwedaniya HPG'ê karî van êrişan têk bibe.

​​​​​​​Ciwanên Êzidî berxwedana Heftanînê silav kir
17 îlon, 2020   14:08
HELEB

Ciwanên Mala Êzidiyan a  bajarê Helebê bi beşdariya bi dehan ciwanên civaka Êzidî li pêşiya Mala Êzidiyan ya taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê daxuyaniyek dan raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê endama Mala Êzidiyan Ceylan Misto ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk êrişî hemû beşên Kurdistanê dike, herî dawî jî êrişî Heftanînê kir. Ev êriş berdewamiya êrişên ku li ser Şengal û Rojhilat heta Rojavayê Bakurê Sûriye yê. Ev êrişî di bin navê parastina ewlehiya neteweyî de tên pêkanîn. Armanca van êrişan ew e ku impretoriya Osmaniyan vegerîne û siyaseta tunekirina gelên herêmê yên resen û îmhakirina  çand û dîroka gelan bidomîne.

Lê Hêzên Parastina Gel li Heftanînê ji bo têkbirina planên faşîzma Tirk a ku hewil dide hêviya gelê Kurd tune bike û projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn ku çareseriya yekane û bêhempa ya sedsala 21`emîn  ya tevahî pêkhateyên herêmê ye hedef digire,    berxwedaniyeke dîrokî raber dike.

Lewma di nava van şert û mercên dijwar de,  ji bo piştevaniya berxwedana Heftanînê banga yekîtiya kurdî dikin. "

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedan Heftanînê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2wgdss_NDcI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>