Ciwanên Reqayê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir

Li Reqayê salvegera duyemîn a damezkirinadina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Ciwanên Reqayê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
Ciwanên Reqayê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
Ciwanên Reqayê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
Ciwanên Reqayê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
Ciwanên Reqayê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
Ciwanên Reqayê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
17 îlon, 2020   16:07
REQA

Ciwanên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), bi şahiyekê salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir.

Şahî li hola Tac a bajarê Reqayê hate lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên Reqayê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de, endamê Rêveber ê Meclisa Ciwanên MSD'ê Adil Feraşîn, endama rêveber a Buroya Jinan a MSD'ê Zewiya Nasir, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihmed Hesan û ji fermandarên QSD'ê Salih El-Bos axivîn.

Di axaftinan de, salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser li şêniyan hate pîrozkirin û heta gotin ku Rêveberiya Xweser berhemên keda şehîdan e.

Her wiha diyarkirin  "Rêveberiya Xweser ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, nenavendî û pirrengî li pêş e, di asta xwe ya herî bilind de dixebita xwe didomîne da ku vê armancê bi cih bîne."

Kesên axivîne banga xwedî derketina li destkeftiyên rêveberiyê û  şopandina xeta şehîdan kirin.

ANHA