Aldar Xelîl: Çima wekî ku du welatên tu girêdana wan bi hev re tune ye dan û standin li sînorê Rojava-Başûr pêk tê?

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl tekez kir ku destkeftiyên li parçeyekî Kurdistanê ji bo parçeyên din jî destkeftî ye. Xelîl ev pirs kir: "Çima wekî ku dewletên tu girêdana wan bi hev re tune ye, dan û standin li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kirin?

Aldar Xelîl: Çima wekî ku du welatên tu girêdana wan bi hev re tune ye dan û standin li sînorê Rojava-Başûr pêk tê?
16 îlon, 2020   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

 Aldar Xelîl li ser malpera xwe ya tevna civakî wiha got: "Destkeftiyên li parçeyekî Kurdistanê, ji bo parçeyên dîtir jî destkeftî ye. Rojava yek ji destkeftiyên ku bi saya têkoşîneke dîrokî hatiye bidestxistin e. Divê piştgiriya wê bê kirin û bi taybetî di mijara pêkanîna yekitiya netewî de. Başûrê Kurdistanê tecrubeyeke baş e û xwedî derfetên piştgirîdayîna parçeyên din e."

Xelîl ev pirs kir: "Lê belê, çima wekî ku du welatên ku tu girêdan di navbera wan de tune ye, dan û standin li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kirin? Çima aliyê Başûr van kiryaran dike? Ma ne dibe ku yekitiya me ne tenê siyasî be? Gelo parçekirin û sînordanîn ne berhemên hêzên ku Kurdistan parçekirî ye? Wê demê çima em parçebûnê dipejirînin? Her wiha em qebûl dikin û xurt jî dikin, wekî ku ji tedbîrên Başûr li ser sînorê di navbera Rojava û Başûr de pêk tîne, xuya dibe."