Rêveberiya Xweser dergeha Ewn Dadet vekir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara vekirina dergeha Ewn Dadet a bajarê Minbicê da. Dê tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê jî bên girtin.

Rêveberiya Xweser dergeha Ewn Dadet vekir
16 îlon, 2020   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara vekirina dergeha Ewn Dadet a bajarê Minbicê heta demeke diyar da. Dê tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê jî bên girtin.

Di biryarnameyê de wiha hat gotin:

Li gorî pêwîstiyên berjewendiya giştî, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van biryaran dide:

  1. Dergeha Ewn Dadet ji dîroka 19`ê Îlona 2020`an heta 30`ê Îlona 2020`an tê vekirin.
  2. Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îspatên kesayetî radikin (nasname, karta bicihbûnê, karta penaberiyê) dikarin bikevin herêmê.
  3. Tenê kesên ku berê bi kartên serdanê derbas bûne, dikarin di dergehê re derkevin.
  4. Derbasbûna şêniyan tenê di dergehê re pêkan e.
  5. Rêveberiya Minbicê komîteyeke tenduristiyê li ser dergehê diyar dike, da ku kesên ji derveyî sînorên Rêveberiya Xweser tên, bên kontrolkirin.
  6. Ev biryar dê ji aliyên têkildar re bê rêkirin.