​​​​​​​Heta niha 262 hezar û 169 lître mazot li şêniyên taxa Şêxmeqsûd hat belavkirin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye 262 hezar û 169 lître mazot li şêniyan belav kir. Her wiha xebatên belavkirinê hîna berdewam in.

​​​​​​​Heta niha 262 hezar û 169 lître mazot li şêniyên taxa Şêxmeqsûd hat belavkirin
​​​​​​​Heta niha 262 hezar û 169 lître mazot li şêniyên taxa Şêxmeqsûd hat belavkirin
​​​​​​​Heta niha 262 hezar û 169 lître mazot li şêniyên taxa Şêxmeqsûd hat belavkirin
​​​​​​​Heta niha 262 hezar û 169 lître mazot li şêniyên taxa Şêxmeqsûd hat belavkirin
​​​​​​​Heta niha 262 hezar û 169 lître mazot li şêniyên taxa Şêxmeqsûd hat belavkirin
16 îlon, 2020   13:44
HELEB-ARIF SILÊMAN

Bi rasthatina zivistanê re Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji derdora mehekê ve mazot radestî Komîteya Xizmetguzarî ya meclisên taxên beşên rojhilat û rojavayê taxa Şêxmeqsûd kiriye da ku li şêniyan were belavkirin.

Meclisa Giştî 100 lître mazot bi buhaya 19 hezar lîreyên Sûriyê diyar kir. li ser vê bingehê Komîteya Xizmetguzarî bi çavdêriya komînan mazotê li şêniyan belav dike.

Komîteyê heta niha 262 hezar û 169 lître mazon li şêniyên taxê belav kiriye.

Têkildarî mijarê Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li bajarê Helebê Velantîna Ebdo got komîteyên têkildar mazotê beriya destpêkirina zivistanê li şêniyan belav dikin.

Velantîna piştrast kir xebatên belavkirinê li gorî ku hatiye diyarkirin, didome. Belavkirin wê di demeke nêz de li taxa Eşrefiye dest pê bike. Her wiha meclis dê hewl bide di pêşerojê de beşeke din a mazotê li şêniyan belav bike.

(şx)

ANHA