Rûsya û dewleta Tirk li ser kêmkirina leşkerên Tirk li Idlibê li hev kir

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê daxuyand ku şêwirên rûsî-tirkî ku îro pêk hatine, li ser kêmkirina hebûna leşkerên dewleta Tirk li Idlibê bi encam bû.

Rûsya û dewleta Tirk li ser kêmkirina leşkerên Tirk li Idlibê li hev kir
16 îlon, 2020   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê li ser zimanê çavkaniyekî tirkî wiha ragihand: "Duh şandeya rûsî di civîna ku li navenda Wezareta Karên Derve ya Enqereyê li dar ketiye de pêşniyarên der barê kêmkirina hejmara nuqteyên kontrolkirinê yên artêşa Tirk li Idlibê kir. Lê her du alî têkildarî vê yekê negihaştin lihevkirinekê."

Çavkanî wiha domand: "Piştî redkirina aliyê Tirkiyê ya vekişîna nuqteyên kontrolkirinê, biryar da ku hejmara hêzên xwe yên li Idlibê kêm bike û çekên giran ên li herêmê bikişîne."

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta xurtkirina nuqteyên kontrolkirinê hejmareke mezin ji hêzên leşkerî derbasî bejahiyên Idlibê kir.

Rûsya û dewleta Tirk di demeke berê de gelek peymanên der barê agirbestê û vekişîna çekên giran îmze kirin, lê tevahî hatin binpêkirin.

(fr)